Nêçîrvan Barzanî çû şîna Mîrê Kuweytê û nameyeke sersaxiyê nivîsand

19-12-2023
RÛDAW
Nîşan Mîrê Kuweytê Nêçîrvan Barzanî Sersaxî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê ji bo şînê çû Konsulxaneya Kuweytê û hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya Mîrê Kuweytê ragihand.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Konsulxaneya Kuweytê ya Hewlêrê û hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya Mîrê Kuweytê Şêx Newaf Ehmed El-Sebah nivîsand.

Mîrê Kuweytê Şêx Newaf Ehmed Cabir El-Sebah 16ê mehê di 86 saliya xwe de koça dawî kir.

Nêçîrvan Barzanî li Konsulxaneya Kuweytê hevxemiya xwe pêşkêşî serkirdayetî û gelê Kuweytê kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Konsulê Kuweytê Osman El-Dawûd, spasiya xwe ji bo hevxemiya Serokê Herêma Kurdistanê di sersaxiya wan de nîşan da.

Şêx Newaf di 7ê Sibata 2006an de wek şahzade hat tayînkirin û di 29ê Îlonê de şûna birayê xwe Sebah Ehmed Cabir El-Sebah girt.

Piştî wefata Şêx Newaf bi saetan, Şêx Mişel Ehmed Cabir El-Sebah wek Mîrê nû yê Kuweytê hat destnîşankirin.

Şêx Mişel Ehmed Cabir El-Sebah sala 1940ê ji dayik bûye û kurê heftemîn ê Cabir El-Sebah e.

Şêx Mişel piraniya salên xwe di dezgehên ewlehî û îstixbaratê de kar dikir û sê birayên wî berê Mîrê Kuweytê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst