Bakirhan li ser ‘pêvajoyê’ daxuyaniyeke nû da

19-11-2024
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan DEM Partî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Devlet Bahçelî Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser pêşhatên “pêvajoyê” axivî û eşkere kir ku pêwîstî bi gavên pratîk hene.

Tuncer Bakirhan li ser pêşhatên “pêvajoya çareseriyê” ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û amaje bi banga Serokê Partiya Harekete Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ya li ser Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan kir.

Li gorî gotina Bakirhan, heger dewlet li pey lîstikan be ev dê bibe şaşitiyeke mezin.

Hevserokê DEM Partiyê amaje bi wê yekê kir ku derfeteke dîrokî heye û divê bi Ocalan re biaxivin û dest bi danûsandinan bikin.

“Bahçelî hat wê pozîsyona ku me dixwest”

Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi bangên Devlet Bahçelî jî kir û wiha berdewam kir:

“Pirsgirêka Kurd a ev 100 sal in nayê çareserkirin, di heman demê de bandorê li pirsgirêkên din jî dike.

Bahçelî xwedî fikrên dijber e û daxuyaniyên wî her kes şaş kir.

Heger meseleyeke çareseriyê feriz bike û desthilatê bixitimîne, wê demê tiştekî asayî ye qala wê were kirin.

Her çend dereng be jî ev daxuyanî girîng in lê ya girîng, gavên pratîk in.

 Rêbaz û fêmkirina me ya ji pirsgirêkê û ya Bahçelî ji hev cuda ne.

Di du mijarên esasî de hat wî cihê ku me dixwest. Ya yekemîn; muxatabê pirsgirêkê rast nîşan da. Qebûl kir ku birêz Ocalan hêza îradî ya çareseriya Pirsa Kurd e.

Ya duyemîn jî qala tecrîda bi salan e didome kir û got ‘bila deriyan vekin û were biaxive.’

Tevî van tesbîtên girîng jî ti bername û polîtîkayeke çareseriyê ya Bahçelî û Erdogan nîne.

Berevajî vê pratîkên wan ên çaresernekirinê hene. Heger çareseriyeke wan a rast hebe divê bi raya giştî re parve bikin.

Pêwîstî bi bername û polîtîkayeke şênber a çareseryê heye. “

 “Pirsa Kurd li pişt deriyan nayê çareserkirin”

Li gorî gotina Bakirhan, ji bo pêngava yekem a çareseriyê divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin.

Hevserokê DEM Partiyê behsa qonaxên çareseriyê jî kir û wiha berdewam kir:

“Divê deriyên Îmiraliyê bên vekirin. Divê gavên berbiçav jî biavêjin. Divê alî biaxivin û rêxistinên civaka sivîl daxil bibin. Zemîneya aştiyê bi vî awayî dibe.

Bahçelî dibêje ‘aşitiya Tirkiyeyê.’ Jixwe aşitî di navbera aliyan de çêdibe.

Pirsa Kurd êdî li pişt deriyên girtî nayê çareserkirin.

Divê her kes jê haydar be. Divê rewşenbîr, nivîskar, hunermend û rêxistinên civaka sivîl bi awayekî xurt aştiyê birêxistin bikin.

Daxuyaniyên birêz Ocalan derfeteke dîrokî ne û di çareseriyê meseleyê de gav û projeyên şênber pêşkeş dike.

Binêrin, li Îmiraliyê îradeya çareseriyê heye û divê ev derfet bê nirxandin.

Divê li Îmraliyê kampa aştî û danûstandinan were avakirin.”

Tuncer Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de behsa tayînkirina qeyûman jî kir û eşkere kir ku desthilat naxwaze îradeya gelê Kurd nas bike.

Li gorî gotina Bakirhan desthilat bi tayînikirina qeyûman bi awayekî dijminane nêzî demokrasî û îradeya gelê Kurd dibe û bi israr naxwaze îradeya gelê Kurd nas bike.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê ti kes nikare bi rêya qeyûman wan bîne ser xeta xwe.

Bakirhan tekez kir ku polîtîkaya qeyûman, zemînaya danûstandin û guftûgoyê jehrî dike û dê têkoşîna wan a li dijî qeyûman jî berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir