Heysem Petros: 120 hezar Mesîhî li derve ne û nayên qeydkirin

19-11-2024
Nalîn Hesen
Heysem Petros û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Heysem Petros û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Serjimêrî Îraq Herêma Kurdistanê Mesîhî Metirsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heysem Petros diyar kir ku metirsî li ser nifûsa Mesîhiyan heye û got, “120 hezar Mesîhî li derve ne û nayên qeydkirin.”

20 û 21ê vê mehê li Îraq û Herêma Kurdistanê nifûs tê hejmartin.

Metirsî heye ku navên gelek Mesihiyan li ser herêmên wan neyên nivîsandin.

Şexsiyetê Mesihî yê ji Dihokê Heysem Petros bû mêhvanê Nûrojê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

“Ji bo Mesîhiyan metirsî ye”

Heysem Petros diyar kir, “Ev serjimêrî ji bo Mesîhiyan, bi taybetî jî ji bo Mesîhiyên Deşta Nînowayê gelekî metirsî ye.”

Heysem Petros destnîşan kir ku beriya 2014an (Beriya êrişa DAIŞê) li Deşta Nînowayê 300 hezar Mesîhî hebûn.

Şexsiyetê Mesihî bi bîr anî ku Deşta Nînowayê di bin destê Heşdî Şebiyê de ye û Mesîhî ji bo serjimêriyê jî venegeriyane û ev jî ji bo Mesîhiyan metirsî ye.

120 hezar Mesîhî li derve ne

Li gorî agahiyên ku Heysem Petros dane, 120 hezar Mesîhiyên ji Nînowa, Kerkûk, Bexda û Besrayê li Tirkiye, Sûriye, Libnan û Urdinê dijîn û di vê serjimêriyê de ew jî nayên nivîsandin.

Heysem Petros bi avayî behsa kêmbûna nifûsa Mesîhiyan a li Îraq û Herêma Kurdistanê kir:

“Heta 2003yan hejmara Mesîhiyan li tevahiya Îraqê milyonek û 800 hezar, heta 2 milyon bû.

Pişt re hejmar daket milyonek û 500 hezarî û niha egera wê heye ku li tevahiya Îraqê bi tenê 400 hezar Mesîhî hebin.

Eger wisa berdewam bike jî heta sala 2030î li Deşta Nînowayê Mesîhî namînin û dê hemû Nînowa bibe Şîe.”

Wî amaje pê kir ku Mesîhî vedigerin cihên wekî Elqoş û Tilsqofê yên di destê Pêşmergeyan de lê venagerin Nînowaya ku di destê Heşdî Şebiyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir