Li Amedê pevçûna çekdarî: Kuştiyek û 6 birîndar

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amed Farqîn Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Farqînê ya Amedê di encama pevçûna çekdarî ya di navbera 2 koman de kesek hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Li gundê Garisiyê yê navçeyê Farqînê ji ber sedemeke ku hîn jî nayê zanîn nîqaş derket û paşê veguherî pevçûna çekdarî.

Di pevçûnê de 7 kes birîndar bûn ku birîna 2 kesan dijwar bû.

Tîmên Servîsa Bilez a 112ê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Doktor Yusuf Azîzoglu ya Farqînê.

Li nexweşxaneyê tevî hemû hewlan Veysî Cubanê 41 salî canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst