Bi biryarekê 43 sendîka û rêxistinên Kurdî ji Kerkûkê tên derxistin

19-10-2018
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kerkûk Rakan Seîd Cibûrî Rêxistin û sendîkayên Kurdî Bûyerên 16ê Cotmehê
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Di berdewamiya hewlên dijatîkirinê û guvaşên li ser kurdan, Parêzgarê Bi Wekalet ê Kerkûkê, Rakan Seîd Cibûrî mehek muhlet daye 43 rêxistin û sendîkayên Kurdî yên Kerkûkê, daku li vî bajarî nemînin.

 

Seroka Liqa Kerkûkê ya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, Hesîbe Ebdullah ji Rûdawê re ragihand, “hêzeke serbazî bi şêweyekê nehêja bi ser avahiya rêxistina wan de girtine û daxwaz kirine, ku vê avahiyê vala bikin, daku bidin Yekîtiya Mamostayên Iraqê.”

 

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, 14 baregehên ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê û 29 rêxistinên ser bi Herêma Kurdistanê ve yan bo baregehên serbazî hatine veguherandin an jî kirine geraca otomobîlan.

 

Rêxistinên ser bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku her li Kerkûkê mane, li cihê xwe mane û biryara Rakan Seîd Cibûrî valakirina baregehên wan rêxistinan li xwe nagire.

 

Serokê Lijneya Ewlekariyê ya Civata Parêzgeha Kerkûkê, Azad cebarî dibêje: “Di vê baweriyê de me, weke karên din dixwazin baregehan vala bikin û bidin hikûmetê, daku dema ku ew aliyên niha li Kerkûkê nînin, bêjin ew baregehên hikûmetê ne û ne mafê we ye. Divê daxwaz û gilî bigihe destê me û em jî bidin parêzgarê Kerkûkê û jê re bêjin dest ji wergirtina wan baregehan berde. Salek e em çaverê ne, bila em hinekî din jî çaverê bin, daku ew partî vedigere Kerkûkê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst