Galeriya wêneyan

19-10-2016
17 Photos
Ferzîn Hesen

Hewlêr (Rûdaw) – Ji aliyê Navenda Lêkolînên Rûdawê ve konferanseke bi navê “Piştî operasyona Mûsil û Reqayê rewşa Kurdistanê” tê sazkirin.

 

Piştî ku xebata lêkolînerên biyanî ya derbarê qonaxa piştî DAIŞê, weke pirtûkek bi zimanê erebî hate çapkirin, Navenda Lêkolînên Rûdawê li Hewlêrê di konferansa “Piştî operasyona Mûsil û Reqayê rewşa Kurdistanê” saz dike.

 

Serokê Navenda Lêkolînên Rûdawê Dr. Azad Elî ji Rûdawê re ragihand, “Di konferansê de du rojevên sereke hene. Pêşeroja hermên li Başûrê Kurdistanê û herwiha piştî operasyona Mûsilê pêşeroja Iraqê û Rojavayê Kurdistanê.”

 

Di serî de ji Amerîka, Rûsya, Erebîstana Siûdî û Îranê, ji gelek welatên din lêkoîner û rewşenbîr beşdarî konferansê dibin.