Li Wanê 17 kes hatin girtin, hincet PKK ye

2 demjimêr berê
Nîşan Wan PKK Hincet Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di nav hefteyekê de 17 kes bi hinceta “alîkarî û endamtiya PKKyê” hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê, di navbera 11 û 18ê Tebaxê de hinek “operasyon” hatine kirin.

Di van operasyonan de 17 kes bi hinceta “alîkarî û endamtiya PKKyê” hatine desteserkirin.

Derbarê wan 17 kesan kar û barên yasayî hatiye kirin û hemû hatine girtin.

Doh jî li 5 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hinceta PKKyê 10 kes hatibûn desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê rojane bi ser malan de digirin û bi hinceta PKKyê sivîl û siyasetmedarên Kurd digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst