Li Mereşê lehî rabû

19-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Mereş Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Andirînê ya ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ve, piştî barana gur lehî rabû û hejmarek mal di bin avê de man. Herwiha ji ber lehiyê astengî ji bo hatin û çûnê çêbûn.

Li Andirînê duh 18ê Hezîranê di demjimêrên êvarî de baraneke zêde bariya û bû sedema lehiyê.

Ji ber lehiyê, li taxên Yenimahalle û Tufanpaşa û çend gundan hejmarek mal di bin avê de man. Herwiha di çûn û hatina otomobîlan de pirsgirêk derketin û hejmarek otomobîl di rê de man.

Şaredarê Andirînê Ahmet Dogan ragihandiye, şofêr û welatiyên ku di rê de asê mabûn, hatine rizgarkirin.

Ahmet Dogan dibêje: “Ji ber barana ku demjimêr û nîvekê bariya li navenda navçeya me li hinek taxan lehî rabû. Spas ji Xwedê re heta niha zerareke can û mal nîne. Çend otomobîl û welatî asê mabûn, me ew jî rizgar kirin. Niha kesekî asê maye nîne. Hejmarek mal di bin avê de mabûn, ew jî hatin valakirin.”

Her wiha duh li navçeya Îskenderûnê ya ser bi Hatayê ve jî ji ber bayê Lodosê û bilindbûna asta ava deryayê li peravên bajêr, lehî rabûbû. Ji ber lehiyê li hin taxan kolan di bin avê mabûn û ji bo çûn û hawina welatiyan astengî çêbûbûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst