Cenazeyê nexweşê Alzheimerê di Çemê Dîcleyê de hat dîtin

19-05-2024
RÛDAW
Nîşan Çemê Dîcleyê Amed Nexweş Cenaze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê cenazeyê nexweşê Alzheimerê yê ku 4 roj berê winda bûbû di Çemê Dîcleyê de hat dîtin.

Li Amedê welatiyê bi navê Şeyhmûs Çakmak ê 67 salî ku nexweşiya Alzheimerê pê re hebû 16 Gulanê winda bû.

Li ser agahdarkirinê, bi beşdariya tîmeke ku ji 44 kesan pêk dihat xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.

Piştî xebatên lêgerînê Şeyhmûs Çakmakê 67 di Çemê Dîcleyê de hat dîtin.

Piştî lêkolîna li cihê bûyerê tîmên tenduristiyê cenaze ji bo otopsiyê bir saziya bijîşkî ya dadî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst