Wezîrê Dadê eşkere kir: Ekrem Îmamoglu çima hat desteserkirin?

19-03-2025
RÛDAW
Nîşan Ekrem Îmamoglu Desteserkirin Yilmaz Tunç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê ragihand ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji ber du lêpirsînên cuda bi îdiaya alîkariya rêxistinê û tawanên organîze hatiye desteserkirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç derbarê operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê daxuyaniyek da ku tê de Ekrem Îmamoglu jî di nav de 106 kes hatibûn desteserkirin.

Tunç ragihand Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dijî Ekrem Îmamoglu û Şaredariya Stenbolê 2 lêpirsîn dane destpêkirin û got:

"Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Buroya Lêpirsîna Tawanên Terorê ve tê kirin de; derbarê 7 kesan de ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin jî di nav de ye, biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Di vê lêpirsînê de îdiaya tawana alîkariya rêxistina terorê bo gumanbaran heye."

Yilmaz Tunç diyar kir ku lêpirsîna duyem jî ji aliyê buroya lêpirsîna tawanên organîze ve hatiye destpêkirin û got:

"Di çarçoveya vê lêpirsînê de derbarê 100 gumanbaran de ku dîsa Serokê Şaredariya Bajarê Mezin jî di nav de ye, biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Di vê lêpirsînê de jî tê îdiakirin ku gumanbaran di çarçoveya rêxistina tawanan de bi armanca bidestxistina berjewendiyê bertîl wergirtine, fesadî di îhaleyan de kirine, şelandin û sextekarî kirine.

Di her du lêpirsînan de derbarê tevahî 106 gumanbaran de biryara desteserkirinê heye."

Tunç ragihand li Tirkiyeyê li hemberî yasayan herkes wekhev e û got:

"Ji ti kes û civatê re cûdakarî nayê kirin û tawîz nayê dayîn. Divê herkes bizane eger li dewleta hiqûqê îdiaya pêkanîna tawanê hebe cihê parastinê ne kolan in û meqamên darazê ne.

Eger îdiayek derbarê pêkanîna tawanekê de hebe lêpirsîna vê yekê ji aliyê meqamên darazê ve tê kirin. Di hizura darazê de hesabdayîn û xweparastin bo herkesê maf e û neçariyek e."

Yilmaz Tunç diyar kir ku li gorî madeya 138an a Dadgeha Destûrê dadgeh serbixwe ne û wiha pê de çû:

"Ti organ, rayedar, an kes nikare di bikaranîna desthilata darazê de fermanan bide dadgehan û dadweran.

Nikare ji wan re giştînameyan bişîne û wan  şîret bike. Li gorî madeya 157an a Yasaya Cezayê pêvajoya lêpirsînê veşartî ye."

Berpirsên CHPyê îda dikin ku fermana lêpirsîna li dijî Ekrem Îmamoglu ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê ve hatiye dayîn.

Yilmaz Tunç ew îdia red kirin û got, "Danîna peywendiya lêpirsîn û dozên ku ji aliyê dadgehê ve hatine destpêkirin bi birêz Serokomar re, bi gotina herî kêm bêhedî ye û nezanîna hedê xwe ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst