Urmiye - Bi hezaran kes beşdarî Newrozê bûn

19-03-2025
RÛDAW
Newroza Urmiyeyê /Wêne: Ji vîdeoyê
Newroza Urmiyeyê /Wêne: Ji vîdeoyê
Nîşan Urmiye Newroz Pîrozbahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê bi beşdariya deh hezaran şahiyeke mezin a Newrozê hat lidarxistin.

Di berdewama lidarxistina ahengên Newrozê de li gelek gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê ahengên Newrozê tên lidarxistin.

Li Urmiyeyê bi amadebûna deh hezaran kesan ahengeke mezin a Newrozê hat sazkirin.

Pîrozbahiya Newrozê piştî nîvro li qada Tîr a li taxa Şarekî Facr hat kirin.

Li gorî zanyariyan, zêdetirî 100 hezar kesî beşdarî ahenga Newrozê ya Urmiyeyê bûne.

Her wiha ji gelek deveran xelk beşdarî pîrozbahiya Newroza Urmiyeyê bûn û agirê Newrozê pêxistin.

Lidarxistina pîrozbahiya Newrozê ya li Urmiyeyê bûbû sedema nerazîbûna Azeriyên bajê û wan gotibû ku ew dê rê nedin ku pîrozbahî bên lidarxistin.

Lê belê piştî israrkirina çalakvanên Kurd ên Urmiyeyê, destûr hat dayîn ku pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin.

Her wiha Endamên Kurd ên Meclisa Bajêr a Urmiyeyê û Parlamenterên Kurd ên bajarê ji bo ku pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin gelek hewl dan.

Hêzên ewlehiyê yên Îranê ji organîzatoran re gotibû bi şertê ku di destpêka merasimê de sirûda neteweyî ya Îranê were xwendin, alaya Îranê were bilindkirin û wêneyê rêberê Komara Îslamî ya Îranê were danîn, dê rê bidin merasimê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst