PWK: Miletê Kurd bi êrişan ji holê ranabe

Duh li 09:47
Nîşan Kobanî Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – PWKyê êrişa li Kobaniyê şermezar kir û got, “Bi êriş û siyaseta li dijî Kurdan hatiye avakririn miletê Kurd û doza miletê Kurd a rewa ya neteweyî û demokratîk ji hole ranabe.”

Roja duşemê (17ê Adarê) berê sibehê saet derdora 04:00an di êrişeke bi dronan de li gundê Berxbotanê yê bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 10 sivîl şehîd ketin û sivîlek jî birîndar bû.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku Tirkiyeyê ev êriş kiriye.

Li aliyê din, Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê ya Tirkiyeyê got, "Îdiayên ku dibêjin Tirkiyeyê dê û bav û 7 zarokên wan kuştine ne rast in."

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi daxuyaniyekê ew êriş kir şermezar kir û got:

“Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, di êrişeke asmanî ya dewlet Tirkiyeyê de, li başûrê bajarê Kobaniyê li navbera gundê Qumçî û BerxBotanê yê Rojavayê Kurdistanê, şeva borî 9 kesên sivîl ku piraniya wan zarok û jin bûn, canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Em vê êrişa dewleta Tirkiyeyê şermezar dikin.

Em bangî dewleta Tirkiyeyê dikin ku dawî li hemû êriş û operasyonên xwe yên leşkerî yên li ser Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê bîne.

Bi êriş û siyaseta li ser dijayetiya Kurdan hatiye avakirin, miletê Kurd jî doza wî ya rewa ya neteweyî û demokratîk jî ji hole ranabe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst