Asayişa Hewlêrê: Pasevanekî wezîrê berê yê darayî sîxor derket

19-03-2020
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Asayişa Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Asayişa Hewlêrê ragihand, pasevanekî wezîrê berê yê darayî yê Herêma Kurdistanê sîxorî kiriye û piştî girtinê jî ew kes li karê xwe mikur hatiye.

Asayişa Hewlêrê di daxuyaniyekê de ku îro 19ê Adarê hatiye belavkirin, pasevanekî wezîrê berê yê darayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber sîxoriyê hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, wî pasevanê Wezîrê Darayî yê kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “ji bo berjewendiya aliyekî biyanî, li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berjewendiyên gelê Kurdistanê, Wezareta Darayî û Wezîrê Darayî bixwe, sîxorî kiriye” û zanyarî kom kirine û daye wê aliyê biyanî.

Asayişa Hewlêrê amaje bi wê aliyê biyanî nekiriye û ti zanyariyek li ser vê mijarê belav nekiriye, lê belê diyar kiriye, wî pasevanê wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê yê berê, “di dema erkê xwe yê fermî de, di bin serpireştî û rênimayiyên Dezgeha Zanyarî de sîxorî kiriye”.

Asayişa Hewlêrê navê wî pasevanî wek R.R.M aniye û destnîşan kiriye: “Piştî ku belgeyên îsbatker hatin bidestxistin, ew kes li ser fermana dadwer hat desteserkirin û li hemû karên xwe yên sîxoriyê mikur hat û tevahiya hûrgiliyan li ber destê dadwerê lêkolînê de ye”.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst