Çalakiya yekem a PKKyê û şahidên wê: Wê şevê li Şemzînanê çi qewimî?

19-02-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Şahîdên çalakiya yekem a PKKyê /Wêne: Rûdaw
Şahîdên çalakiya yekem a PKKyê /Wêne: Rûdaw
Nîşan PKK Çalakî Gerîla Tirkiye Şer Şemzînan
A+ A-

Şemzînan (Rûdaw) - Şerê yekem ê di navbera PKK û dewleta Tirkiyeyê de li navçeya Şemzînanê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê dest pê kir.

Wê demê 21 gerîlayên PKKyê wekî 3 grûp ketin navçeyê û êrişî tabûreke leşkerî kir.

Gerîlayekî ku di wî şerî de beşdar bûye dibêje "Armanca me ne kuştina kesan, tenê bangeşe bû."

Piştî êrişa ewil dewletê li dijî xelkê Şemzînanê zulm û zordariyeke yekcar zêde meşand.

Şemzînan di dîroka PKKyê de xwedî cihekî girîng e. Şerê çekdarî yê PKKyê yê yekem 15ê Tebaxa 1984an bi serdegirtina baregeheke leşkerî ya li vê navçeyê dest pê kir.

Seferî Yilmaz yek ji endamên PKKyê bû ku wê demê di wê êrişê de cih girtibû. Yilmaz dibêje armanca wan ne kuştina kesan, tenê bangeşe bû.

"Pêşî cezayê îdamê paşê cezayê hetahetayê"

Beşdarê çalakiya PKKyê Seferî Yilmaz wiha got, "Şeva 15ê Tebaxê ez jî di nav de bûm û ez 15-16 salan hatim cezakirin.

Di destpêkê de cezayê îdamê dan min, dûv re cezayê hetahetayê. Di wî şoreşê de ez jî beşdar bûm û min jî cihê xwe girt.

Wekî ku dewlet îdia dike em ne 100-200 kes bûn. Komeke Şemzînanê tenê 21 kes bûn."

Di heman êrişê de gerîlayekî ji Şemzînanê bi navê Teyîp Avcî jî cih girt.

Piştî êrişê birayê wî Celal hat girtin û rastî gelek şkenceyên giran hatin.

Celal dibêje wê demê xelkê navê PKKyê zêde nedizanî û komên destpêkê wekî "Apocî" dihatin naskirin.

"Me got qey teqe li qaçaxçiyan hatiye kirin"

Celal Avcî, birayê gerîlayê PKKyê Teyîp Avcî wiha behsa wê şevê dike:

"Şeva 15ê Tebaxê wekî her şev em li malê rûniştibûn.

Wê demê qaçaxcî hebûn bar dibirin, me dengê teqîneke yekcar zêde bihîst.

Me got qey teqe li qaçaxciyan hatiye kirin. Serê sibê me bihîst ku êrişî navçeyê kirine.

Gotin kî ne û kî nîne, dawiyê gotin komek derketiye dibêjin PKK, wan ev kar kiriye.

Leşkeran gundê me dorpêç kir û hemû kes li zeviyeke li jêr gund kom kirin.

Dîtin kî tune, birayê min Teyîp Avcî, Osman Tekîn û Ebdulmecîd Yilmaz.

Lewma dewletê zextên xwe li ser van her sê malbatan gelekî zêde kir."

Di êrişa yekem a PKKyê ya li dijî baregeha leşkerî ya li navçeya Şemzînanê de 21 gerîlayên PKKyê beşdar bûbûn.

Osman Tekîn yek ji wan bû, birayê wî Ferîq jî dibêje piştî êrişa yekem gelek zulm û zordarî li xelkê Şemzînanê hat kirin.

"Leşkerên Tirk şkence û heqaret li me dikirin"

Ferîq Tekîn, birayê gerîlayê PKKyê Osman Tekîn got:

"Wê demê birayê min Osman Tekîn gerîlayê PKKyê bû û ew jî beşdar bûbû.

Osman Tekîn ji wê demê çû, 10-15 salan gerîla bû, şehîd ket.

Gelek zilm li me kirin, salekê her roj serê sibê dihatin em ji malên xwe derdixistin û dibirin.

Leşkerên Tirk şkence û heqaret li me dikirin, me nikarîbû tiştekî bikin."

Di êrişa yekem a PKKyê ya li Şemzînanê de leşkerekî bi navê Suleyman Aydin hatibû kuştin

Her wiha 3 sivîlên ji navçeyê û 9 leşker, bi giştî 12 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst