Li Seqizê polîsan welatiyekî Kurd kuştin

19-02-2023
RÛDAW
Nîşan Seqiz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsên Îranê li Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê welatiyekî Kurd gulebaran kirine û di cih de canê xwe ji dest daye. Polîs dibêje wan “bi xeletî” gule li wî kesî reşandine.

Li gorî agahiyan, roja Şemiyê 18ê Sibata 2023an li bajarê Seqizê, polîsên Îranê welatiyê bi navê Muxtar Fethî bi guleyan kuştin.

Li gorî agahiyan, Muxtar Fethî tevî 2 hevalên xwe di nav otomobîlekê de bû û polîsan ew gulebaran kirine. Polîs ji cihê bûyerê reviyan û xelkê Muxtar Fethî birin nexweşxaneyê lê wî di rê de canê xwe ji dest da.

Çavkaniyekî xwecihî da zanîn ku Muxtar Fethî di şevên dawî de li dijî Hikûmeta Îranê dirûşm nivîsandine. Muxtar Fethî 35 salî û zewicî bûye û hevjîna wî jî ducanî bûye.

Berî çend rojan jî mamostayê olî yê bi navê Selahedîn Salihî li bajarê Seqizê bi guleyan hat kuştin. Cîgirê Parêzgarê Sineyê Mehdî Remezanî ragihand, “çekdarên nenas” teqe li mamosteyê olî kirine û hewl didin kujerê wî bigirin.

Selahedîn kurê Mela Hadî Salihî ye, wek kesayetiyekî olî yê tundrew tê naskirin ku berî niha ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû girtin. Li gorî çavkaniyên herêmî, kujeran xwestine bavê wî bikujin lê nîvê şeva Pêncşemê ew li ber deriyê mala wî gulebaran kirine û kuştine.

Li gorî çavkaniyekî, ji ber ku Mela Hadî li dijî desthilatê axiviye û li ser vê yekê jî çend caran hatiye girtin. Xelk di kuştina Selahedîn Salihî de hikûmetê tawanbar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst