Dêre Zor: Baregeha Hevpeymaniya Navdewletî hate mûşekbarankirin

19-02-2023
RÛDAW
Nîşan Dêre Zor Hevpeymaniya Navdewletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê ragihand ku li Dêre Zorê bi du mûşekan êrîşî baregeheke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hatiye kirin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Yekşemê 19ê Sibata 2023an di daxuyaniyekê de got, “Roja 18ê Sibatê di demjimêr 20:28an de, du mûşek li nêzîkî gundê Sewz li bakurê rojhilatê Sûriyê ketin.”

Artêşa Amerîkayê ragihand ku di êrîşa mûşekî de ti ziyanên canî çênebûne û ti leşkerên Amerîkî û yên hevpeymanan jî birîndar nebûne.

Artêşa Amerîkayê ragihand ku hêzên Amerîkayê li ser bûyerê lêkolînê dikin û ti kesî berpirsyarî negirtiye ser xwe.

Baregeha gundê Sewz a Hevpeymanan li nêzîkî qada petrolê ya Omer li parêzgeha Dêra Zorê ya rojhilatê Sûriyê ye. Navçe di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye û artêşa Amerîkayê jî li wir e.

Di êrîşên berê de, Hizbullah û komên çekdar ên nêzîkî Îranê gelek caran hatine tawanbar kirin ku pir caran Hizbullahê berpirsiyarî girtiye stûyê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst