Li Rojhilatê Kurdistanê kevneşopiyên Kurdewarî tên vejandin

20-01-2020
RÛDAW
Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, xelk hewla vejandina kultura Kurdî didin.
Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, xelk hewla vejandina kultura Kurdî didin.
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Merîwan Kurd Kultura Kurdî Kevneşopiya Kurdewarî
A+ A-

Merîwan (Rûdaw) – Li gundên Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê hewl tên dayîn, ku kultur û kevneşopiyên civakî yên Kurdewarî bi rêya merasiman û tomarkirina wan bi vîdeoyan û belavkirina wan weke fîlmên dokumêntarî bihê parastin. Wek çalakiya destpêkê jî, merasimeke dawetê û veguhastina bûkê li gor urf û adetên berê yên civaka Kurdan hat sazkirin.

Çalakvanekî kulturî yê bajarê Merîwanê, di çarçoveya fîlmeke dokumêntarî de, merasîmên porseya jinxwaziyê heya veguhestina bûkê li ser şêwaza kevin nîşan dide.

Ew merasima xwazgîniyê ku li navçeya Serşêwan ya Merîwanê hatiye encamdan, ne merasimeke rastîn e, lê belê ew merasîm di çarçoveya projeyeke hunerî de ye, ji bo vejandina çand û kultura kevin a civaka Kurdistanê.

Ev proje ji tomarkirina merasimên kevin pêkhatiye, beşa yekem a merasîmê, dîlan û veguhastine bûkê ye, ev fikra çalakvanê kulturî yê Merîwanê Celal Rawende.

Ligel temambûna xwazgîniyan , amadekarî bo veguhastina bûkê tên kirin. di veguhastinê de, piraniya xelkê navçeyê beşdar dibin.

Piştî temambûna mercên malbata bûkê, merasima veguhastinê destpê dike, veguhastin bi siwarkirina bûkê li ser hesp û hêstiran tê kirin. Zava lixava hespî ji bo mala xwe radikişe, li wê derê heft şev û rojan dîlan û aheng tên sazkirin.

Pêşwaziya mala Zava ji Bûkê jî li gor kevneşopiya civaka Kurdan, adet û merasimên xwe hene. Dema bûk digihe mala Zava, gul û şîrînahî li ser serê wan tê belavkirin û li pêşiya wê aheng tê gêrandin.

Li pişt birgeyên van merasiman kultureke taybete heye, hunermend bi hejmareke berheman beşdar dibin û derbirînê ji çand û kultura kevin dikin, heya xelk fêrî kultura xwe ya rasteqîne bibin.

Çalakvanê kulturî yê Merîwanê, Celal Rawend dibêje, ew hewil didin kultur û merasimên berê zindî rabigrin û xelkê jî han bidin ku merasiman li gor şêwaza kultura neteweyî ya xwe birêve bibin û kultura xwe ya netewî biparêzin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst