Pêleke berfê çend bajarên Bakurê Kurdistanê dane ber xwe

18-11-2023
RÛDAW
Ji bo 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Ji bo 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Nîşan Bakurê Kurdistanê Berf Herêma Serhedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li devera Serhedê ya Bakurê Kurdistanê pileyên germê gelekî daketin û bilindahiyên Agirî, Wan, Mûş, Bedlîs, Erzirom, Erdexan û Qersê di bin berfê de man.

Li aliyê Serhedê pileyên germê gelekî daketin û barîna berfê dest pê kir. Jixwe ew dever piraniya salê sar e û havîna wê pir kurt e. 

Bilindahiyên Agirî, Wan, Mûş, Bedlîs, Erzerom, Erdexan û Qersê spî bûne.

Xelkê deverê barîna berfê wekî bereketê dibîne û bi wî rengî pêşwazî dike.

“Berf bereket e”

Welatiyekî ji Qersê got, “Deme ez sibehê rabûm berf hêdî hêdî dibariya lê niha ew berfa ku dihat pêşbînîkirin gelekî xweş dibare. Ev bereket e û bo hemû welat û milet li ser xêrê be.”

Li devera Çiyayê Kurtikê yê parêzgeha Mûşê stûriya berfê gihişt 10 santîmetreyan.

Rê hat girtin û astengî di çûn û hatinê de çêbûn lê tîmên pêwendîdar di demekî kurt de rê ji berfê paqij kirin.

Şofêrê makîneya kar Medenî Karasu got:

“Berfa yekem a salê bariya. Wekî Rêveberiya Taybet a Bajêr îro rûbirûbûna me ya ligel berfê dest pê kir. Li girê Çavuş li hinek cihan 5 heta 10 santîmetre berf bariyaye û em jî hewl didin paqij bikin.”

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyeyê ragihand ku dê îro û sibe li Erzirom, Qers, Meletî, Wan, Amed, Dîlok, Mêrdîn û Sêrtê baraneke zêde bibare û li bilindahiyan jî berf bikeve.

Tê pêşbînîkirin li wan 8 parêzgehan germahî jî 2 heta 10 pileeyan dakeve.

Herwiha hişyarî hatiye dayîn ku welatî li hemberî egera lehî û bandorên neyînî yên keşûhewayê tedbîrên pêwîst wergirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst