Li Bakurê Kurdistanê berf û baran e

18-10-2023
Nîşan Bakurê Kurdistanê Berf Baran Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, ji bo 23 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur û lehiyê da.

Li gorî Saziya Keşnasiyê, li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê jî berf dibare.

Saziya Keşnasiyê, ji bo bajarên Stenbol, Kocaelî, Sakarya, Samsun, Sînop, Kastamonu, Tokat, Amasya, Ordu, Gîresun, Trabzon, Rîze, Artvîn, Antalya, Isparta, Burdur, Mêrsîn, Edene, Osmaniye û Hatayê yên Tirkiyê hişyariya baran û lehiyê da.

Li aliyên din ji bo bajarên Dersim, Mûş û Çewlîgê yên Bakurê Kurdistanê jî di asta “zer” de hişyariya baran û lehiyê hat dayîn.

Saziya Keşnasiyê ji welatiyên li wan bajaran xwest ku ji bo egera lehiyê û pirsgirêkên trafîkê tedbîrên xwe wergirin.

Herwiha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pileya germê li gorî demsalê di navbera 2-4 pileyan de dadikeve.

Li Bakurê Kurdistanê berf û baran e

Îro li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê baran û li hinek bajarên Serhedê jî berf dibare.

Li bajarên Qers, Erzirom û Wanê baran dibare û li herêmên bilind ên her sê bajaran berf dibare.

Li Erziromê bi roj pileya germê 13 û li Wan û Qersê jî 14 e.

Li Amed, Riha, Dîlok û Sêrtê jî baran dibare û li van bajaran bi roj pileya germê di navbera 23-26 pileyan de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst