Yapicioglu: Heta destûr wisa be kes nikare behsa federalî û otonomiyê bike

1 demjimêr berê
RÛDAW
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan HUDA PAR Zekeriya Yapicioglu Destûra Tirkiyeyê CHP DEM Partî AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu diyar kir ku heta destûra niha ya Tirkiyeyê wisa be ti kes nikare behsa sîstema federalî û otonomiyê bike.

Careke din mijara guhertina hinek madeyên destûra Tirkiyeyê bûye rojeva serekî.

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu çend caran dûbare kir û got, ew dixwazin maddeya 4an a destûrê nemîne.

Berdevkê Ak Partiyê Omer Çelîk da zanîn ku ew gotinên Yapicioglu yên bi vî rengî erênî nabînin.

Her wiha Serokê CHPyê Ozgur Ozel jî, HUDA PAR wekî berdewamiya Hizbullahê pênase kir û rexne li MHPyê jî kirin ku tevî HUDA PARê di nava heman hevpeymaniyê de ye.

Zekeriya Yapicioglu bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê û ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike.

“Me xwest destûra darbeya leşkerî were nîqaşkirin”

Zekeriya Yapicioglu behsa nîqaşên li ser destûrê kir û wiha got:  

“Me negotiye hemû xalên destûrê bi dilê me ne û em di nava destûrê de bes li dijî xala 4an derdikevin.

Ev destûr destûra darbeya leşkerî ye. Hemû aliyên siyasî gelek caran nerazîbûna xwe ya li dijî vê destûrê anîne ziman. Bi dehan sal in nîqaş li ser vê destûrê hene.

Me xwest ev were nîqaşkirin û bê zanîn ku bê ka ev destûr çi ye? Guhertin û çêkirina destûrekê mafê kê ye?

Li gorî zanista siyasetê, hiqûqê me xwest ev nîqaş pêk were. Bila ev nîqaş ne tenê nîqaşeke siyasî be bila zanistî jî be lê hin kesan êrişî me kirin û heqaret li me kirin.

Ew êriş û heqaret ne bi awayekî siyasî û ne jî bi awaeyî zanistî bûn. Ew tiştên ku heta niha ji ber kirine dîsan anîn ziman û xwestin rê li ber van nîqaşan bigirin.

Hin kes dibêjin mafê parlamentoyê jî nîne ku destûrê biguherîne û destûreke nû çêbike. “

“Mafê parlamentoyê heye ku guhertinan di destûrê de bike”

Yapicioglu diyar kir ku ew li mafên parlamenter û parlamentoyê xwedî derdikevin û wiha berdewam kir:

“Niha bala wê jî kişandiye me beha xala 4an a destûrê kir. Li gorî xala 4an mafê ti kesî nîne her sê xalan biguherîne.

Me xwest nîqaş li ser vê bimeşin ku mafê kê heye wê biguherîne. Em axivîn û me ew anî ziman.

Di serî de CHPyê û gelek derdoran ji me re gotin, ‘li ser vê xalê mafê wê yê axaftinê nîne’ li gorî zanista siyasî li gorî zanista hiqûqê guhertina destûrê mafê parlamentoyan e.

Heqê parlamentoyê heye ku guhertinan di destûrê de pêk bîne û mafê parlamentoyê heye ku destûreke nû jî binivîsîne. 

Wekî parlamenterekî min xwest ew xalên ku rê li ber guhertina destûrekî digirin were nîqaşkirin û bi taybetî min xwest xala 4an were nîqaşkirin.

Xala 4an rê li ber nîqaşan jî digire rê li ber guhertinan jî digire.

Piştî ku min ew gotin êrişan dest pê kir. Aniha zemîne wisa ye ku em nikarin nîqaşan bikin.

Em dibêjin ‘divê parlamento bi hemû rengên xwe hemû aliyên siyasî li mafên xwe xwedî derkeve.

Gelo mafê parlamentoyê heye ku hin guhertinan di destûrê de bike yan na? Gelo parlamento dikare destûreke nû amade bike yan na?

Yan jî bes divê leşker darbeyekê pêk bînin û ew bên destûreke nû hazir bikin.

Heger parlamento li mafên xwe xwedî dernekeve dê nikarebe destûreke nû çêbike. “

Li gorî gotina Yapicioglu em dixwazin hem di warê siyasî  û hem jî di warê zanistî û hiqûqî de destûra heyî were nîqaşkirin.

Yapicioglu amahe bi wê yekê jî kir ku ew kesên ku ji aliyê siyasî û zanistî nikarin bersivê bidin wan heqaretê li wan dikin.

Yapicioglu di berdewamiyê de amaje bi wê yekê kir xala 4an a destûrê ji aliyê Kenan Evren ve hatiye nivîsîn û wiha axivî:

“Xala 4an a destûrê ya Kenan Evren e”

“Ew kesên ku heqaretê jî nakin dibêjin ew her 4 xalên destûrê ji aliyê damezrînerên Komara Tirkiyeyê de di destûra 1924an de hatiye bicihkirin û di hemû destûran de hebûye.

Ev ne rast e wisa nîne. 1980yî Kenan Evren darbe çêkir û destûra 1961ê ji holê rakir û bi xwe ev destûra aniha amade kir. 

Kenan Evren bi îradeya xwe bi qelema xwe ew xala 4an a destûrê nivîsandiye.  Xala 4an a destûrê ya Kenan Evren e.

Em ji Kemalîstan re dibêjin, Kemalîst bin û fam bikin, ew xalên destûrê yên ku hûn diparêzin di destûrên serdema CHPyê de nebûn’ CHPyê ew xala 4an nexistiye destûrê.

Sala 1982an Kenan Evren darbe çêkir û ew destûr hazir kir. Piştre Kenan Evren hat girtin û darizandin û hemû rutbeyên wî jê hat standin.

Em dixwazin ew xeletî ji aliyê milet ve were famkirin, Kenan Evren wekî îradeya damezrîner tê hesabandin wisa nîne.

Armanca me ew e ku em li ser zemîneyeke rast behsa amadekirin yan jî guhertina destûrekê bikin.”

“Destûra heyî ne li gorî baweriya gel e”

Zekeriya Yapicioglu amaje bi wê yekê kir ku destûra heyî li dijî baweriya gel e û wiha got:

“Em dixwazin ew destûra ne li dijî baweriya wî miletî be û li gorî baweriya wan be. Ev 100 sal e, em dizanin hin xaletên destûrê astengî bêhurmetî û bêrezî ji baweriya gel re durist kiriye.

Me pêşniyara xwe ya li ser destûrê bi awayekî zelal nivîsandiye û di bernameya partiya me jî de heye.

Ew kesên li bernameya me binêrin dê bibînin bê ka me li ser mafên miletan çi gotiye.”

“Destûra heyî rê li ber perwerdeya Kurdî digire”

 Yapicioglu behsa pirsgirêka navê miletan û perwerdeyê ya di destûrê jî de kir û wiha axivî:

“Em diyar dikin ku Kurd jî wekî Tirkan damezrînerên vê dewletê ne. Mafê wan miletên li ser vê axê ne çi bin divê ne kêm ne jî zêde mafên Kurdan jî her ew bin.

Divê em wekî mafên mirovan temaşe bikin nabe navê miletekî di destûrê de hebe.

Heger dê de destûrê de behsa milatan were kirin divê were gotin ku Kurdan û Tirkan bi hev re ev dewlet damezirandine.

Di çarçoveya însanî de mafên her kesî divê wekî hevdû bin em wisa lê dinêrin.

Nabe ku hinek xwediyên malê û hinek jî kirêciyên malê bin an jî muameleya koleyan û sinifeke din nebînin.

Destûra niha rê li ber perwerdeya Kurdî digire, ji ber ku destûrê de tê gotin ku zimanê vî welatî Tirkî ye û ji bilî zimanê Tirkî bi ti zimanekî din perwerde nayê dayîn.

Ew astengiyek e li pêşiya zimanê dayikê, ne tenê zimanê Kurdî em dixwazin li nava Tirkiyeyê kî bixwaze bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bistîne bila bistîne. “

“Heta destûr wisa be ti kes nikare behsa federalî û otonomiyê bike”

Zekeriya Yapicioglu amaje bi wê yekê kir ku CHP ji ber nasnameya wan a Kurdî û Îslamî êrîşî wan dike.

Yapicioglu da zanîn ku heta destûra heyî hebe ti kes nikare behsa federaliyê bike û wiha dewam kir:

“DEM Partî jî car caran li ser hin meseleyên destûrê diaxive û behsa avakirina sîstema xweseriyê dike.

Me jî xwest û anî ziman ku sîstema xweseriyê û federaliyê were nîqaşkirin qiyamet rabû.

Me xwest ku ev mesele were nîqaşkirin û her kes bi serbestî li ser biaxive dê milet biryarê bide, her kes bibîne û bifkire bê ka başiyên federaliyê çi ne û xirabiyên wê çi ne.

Kê qiyamet rakir? Li ser wan gotinên me, dîsan CHPyê qiyamet rakir.

DEM Partiyê got, ‘em Xweseriya Demokratîk îlan dikin û em dê birêve jî bibin’ ewasî qiyamet ranebû.

Çima qiyamet ranebû? Ji ber ku ji aliyê îdeolojîk nêzîkî hevdû ne.

Heta ku ev destûr wisa be ti kes nikare behsa federalî û otonomiyê bike ti kes nikare behsa xala 66an a destûrê bike.

Mimkun e, destûr were guhertin bi awayekî hin guhertin pêk werin. Beriya niha 21 caran jî guhertin hatine kirin.

Wisa diyare ku ew guhertinên bêne kirin dê ji xelkê re nebe derman û pirsgirêkan çareser neke.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst