Li Wanê êrişî goristanê hat kirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Goristana Akkopruyê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku hinek kesan êrişî goristaneke wî bajarê Bakurê Kurdistanê kiriye û bi dehan gor hatine rûxandin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hinek kesan êrişî Goristana Akkopruyê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, êriş derengiya şêva sêşemê çêbûye û bi dehan gor hatine rûxandin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê her wiha da zanîn ku wan giliyê wan kesan kiriye ku gor rûxandine.

Gorên hatine rûxandin ji aliyê karmendên şaredariyê ve careke din hatin çêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hinek dîmenên wê goristanê jî li ser hesabê xwe yê Xê belav kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst