Hewlêr (Rûdaw) - Firat Sezanê 15 salî yê ku li navçeya Bergiriyê ya Wanê dijî, ji 22yê Tebaxê ve winda ye.
Malbata wî ji bo dîtina kurê xwe bangî rayedar û welatiyan kir.
Birayê Firat Sezan, Denîz Sezan ji Rûdawê re diyar kir ku birayê wî danê sibeha 22yê Tebaxê piştî ku ji mala xaltîka xwe ya li taxa Hacibekirê ya Wanê derketiye winda bûye.
Li gorî agahiyên ku Denîz Sezan dane, Firatê ku ji mala xwe ya li navçeya Bergiriyê çûbû mala xaltîka xwe ya li navenda Wanê, ev 4 roj in winda ye.
Li gorî gotina birayê wî, xaltîka wî sibehê gava ji xew şiyar bûye dîtiye ku Firat ne li malê ye.
Gava telefonî Firat kiriye wî gotiye, “Ez li otogarê me, vedigerim Bergiriyê” lê belê Firat venegeriyaye malê.
Malbatê bi derfetên xwe dest bi lêgerînê kir û wan tesbît kir ku Firat li taxa Hacibekirê ketiye ber kamerayeke ewlehiyê ya malekê.
Di dîmenan de tê dîtin ku Firat bi awayekî asayî dimeşe û ber bi Navenda Çand û Hunerê ve diçe û pişt re ji ber kamerayê winda dibe.
Malbat diyar dike ku li derdora Navenda Çand û Hunerê jî kamerayên ewlehiyê hene lê wan heta niha ji wan dîmenan ti agahî li ser Firat bi dest nexistine.
Li gorî agahiyên ku malbatê dane, ji bo Firat Sezan 23yê Tebaxê serî li cendirmeyan hatiye dan lê belê heta niha ti xeber ji wî nehatine standin.
Telefona Firat jî ji roja ku winda bûye ve girtî ye.
“Ti dijminatî yan gumaneke me nîne”
Denîz Sezan got ku birayê wî 15 salî ye, ne xwendekar e û naxebite, zarokekî li ser xwe û bêzerer e.
Sezan diyar kir ku di nav malbatê de ti pirsgirêk an jî nîqaş nebûne.
Denîz Sezan destnîşan kir ku wekî malbat ti gumanên wan li ser windabûna wî nînin.
Malbat ji bo dîtina Firat Sezan ji welatî û rayedaran alîkariyê dixwaze.



.webp&w=3840&q=75)