AMÊDÎ- Ji ber şer 800 hezar dar şewitîn

2 demjimêr berê
Xerîb Mecîd
Gundiyên Dergelêya Mûsa Beg \ Wêne: Rûdaw
Gundiyên Dergelêya Mûsa Beg \ Wêne: Rûdaw
Nîşan Şerê PKK û Tirkiyeyê Amêdî Dergelêya Mûsa Beg Zaxo Odeya Bazirganiyê ya Dihokê
A+ A-

Amêd (Rûdaw) – Şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKK û leşkerên Tirkiyeyê berdewam in. Ji ber şer û pevçûnên li gundê Dergelêya Musabeg a Amediyê 800 hezar dar şewitîn û xelk neçar man 200 gundan vala bikin.

Li navçeya Amêdiyê ya Duhokê ji 27ê Hezîranê ve şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKKyê û leşkerên Tirkiyeyê de de berdewam in.

Gundê Dergelêya Musabeg ji ber pevçûnan hat valakirin.

Newzad Silêman Dergelêyî 71 salî ye û ji Rûdawê re ragihand ku wî ji mala xwe ya li Dergelêya Musabegê derketiye û li Duhokê bi cih bûye.

Her wiha Cotkar Newzad Silêman jî wiha got:

“60 dewarên me yên biçûk hebûn û me ew bi nîvê heq firotin. Dewarên me hebûn û em nizanin bi kû ve çûn. 60 mirîşkên me hebûn û me piraniya wan hiştin.

 Em ji mala xwe derketin û bi kincên ku li xwe em derketin. Me çi tiştek bi xwe re nebir.”

Li gorî zanyariyan ji sedî 75ê darên fêkî yên baxçeyên li Dergelêyê şewitîne. Welatiyên Dergelêyê her roj ji derdora gund tên û li baxçeyan temaşe dikin.

Ji ber qedexeyan tenê dikarin ji dûr ve li axa ku lê li dayik bûne û lê mezin bûne binêrin.

“Dar hemû bûn ax”

Cotkarê bi navê Xeyrî Hekîm jî ji Rûdawê re wiha got:

“Gelek darên me hebûn, nêzîkî 300-400 darên behîvan hebûn, berî du salan me nêzîkî 2 ton çinîn.

Zêdetirî hezar darên gûz, alûce, hirmî û sêvên me hebûn, hemû şewitîn û bûn ax.”

Li Dergelêya Musabeg ku pevçûn lê dijwar bûn şêniyên gund neçar man malên xwe terk bikin.

Şêniyê bi navê Reşîd Îsmaîl jî ji mala xwe derketiye û wiha got:

“Hikûmet nahêle em biçin ser xak û welatê xwe. Me deriyê xwe vekir û hatin.

Xweda şahid e, min deriyê kozikê bi ser 57 mirîşkan der girt û ez hatim. 27ê Hezîranê em hatin.

Ji wê demê heta niha em nizanin ka kesî ew xwarin ew berdan yan jî mirar bûn em nizanin. "

Nêzîkî 100 cotkarên bajarê Dergelêya Mûsa Beg debara xwe bi çandiniyê dikin. Gund ku bi xwezaya xwe derdikeve pêş û gundî jî bi cotkarî û ajaldariyê re mijûl dibûn.

Niha tenê hêvî û daxwaza gundiyan ew e ku bi kêmanî carekê rê bidin wan ku biçin gundên xwe.

Salih Dergelêyî jî şêniyê gund e û lli gorî gotina wî hemû barê pevçûnan li ser milê şêniyên gund e.

“Ziyana me gelek e”

Cotkar Salih Dergelêyî jî li ser pevçûnan wiha got:

“Li vê herêmê bêyî darên gund nêzî 800 hezar dar şewitîn. Em xwedî erd û zeviyên mezin bûn. 40-50 donim daristanên me hebûn, hemû şewitîn. Ziyana me gelek e.”

Artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê li herêmê ji 27ê Hezîranê ve, li navçeya Amêdiyê dest bi operasyona bejahî û asmanî kiriye.

Pevçûn û operasyon li herêmeke 150 çargoşe ya navçeya Amediyê dewam dikin.

Ji ber van pevçûnan sivîlên 200 gundan berdêlên giran didin.

Îro danê sibehê li nahya Şêladize yê navçeya Amediyê di êrîşa asmanî de welatiyê bi navê Osman Ruşdî Mîrwanse yê 32 salî jiyana xwe ji dest da.

Berpirsê Rêxistina Tîmên Aştiya Civakî (CPT) Kamaran Usman ji Rûdawê re ragihand ku di êrîşa asmanî ya danê sibehê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da ye.

Her wiha  welatiyê bi navê Faxrî Xelîl ku pismamê kesê hatiye kuştin ji Rûdawê re diyar kir Usman Ruştî di bombebarana Tirkiyeyê li nêzîkî gundê Xastûyê hatiye kuştin.

CPT bi taybet li ser êriş, topbaran û bombebaranên Îran û Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê kar dike.

Li gorî rapora  CPTyê 339 êrişên vê mehê bi balafiran, 35 bi rêya topxaneyan û 7 êriş bi rêya dronan bûye.

Kemeran Usman da zannîn ku 289 êriş li Dihokê û 48 êriş  li Hewlêrê û 43 êriş jî li nav axa Silêmaniyê hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst