Li Dîlokê 43 koçber hatin desteserkirin

18-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Dîlok Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, îro 18ê Temûzê di barhilgirekê de 43 koçber hatin desteserkirin.

Piştî hilbijartinên Tirkiyê zexta li ser koçberan zêde bûye û hejmara koçberên têne dersînorkirin zêdetir bûye.

Rêveberiya Ewlekariya Dîlokê ragihand, xebatên rêgirîkirina qaçaxcîtiya koçberan berdewam in. Di çarçoveya xebatan de li xala kontrolê barhilgirek hat rawestandin û di encama lêgerînê de 43 koçber hatin desteserkirin.

43 koçber bo paş de vegerandinê bo Îdareya Koçê ya Dîlokê hatin radestkirin. Herwiha 2 welatiyên ku qaçaxcîtiya koçberan dikirin bi biryara dadgehê hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst