Kesekî rêya Siwêreg-Amedê girt û rê nade ti kes derbas bibe

18-06-2023
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêya Siwêreg-Amedê, îro piştî nîvro ji aliyê kesekî navê wî nehat zanîn ve hat girtin. Hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û hewl didin bi diyalogê dawî li pirsgirêkê bînin û rê vekin, lê heta niha hewldanên wan bê encam bûne û rê hêj nehatiye vekirin.

Li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, îro 18ê Hezîranê kesekî mînîbusa xwe li ser rêya Siwêreg-Amedê rawestand û bi temamî rê girt.

Li gor agahiyan, kêr di destê wê kesî de ye û rê nade otombîl biçin û bên.

Nasnameya wî kesî hêj nehatiye zanîn, herwiha sedema wê yekê jî nehatiye zanîn ka çima wî rê girtiye.

Li ser agahdarkirinê hêzên emnî bo cihê bûyerê hatine şandin.

Hêzên ewlehiyê dixwazin welatiyê navborî razî bikin, da ku rê veke. Lê belê heta niha rê nehatiye vekirin û hêzên ewlehiyê jî hêj ti destwerdanek nekirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst