Fatîh Erbakan çû serdana alimê ji Qamişloyê û destê wî maç kir

18-05-2024
RÛDAW
Nîşan Fatih Erbakan Riha Şêx Ebduselam el Xeznewî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Yenîden Refahê Fatîh Erbakan li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê, çû serdana alimê Kurd ê ji Qamişloyê Şêx Ebduselam El Xeznewî û destê wî maç kir.

Di hilbijartinên şaredariyên 31ê Adarê de berbijêrê Yenîden Refahê Mehmet Kasim Gulpinar ji sedî 38,87ê dengan bi dest xistibû û bûbû Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê.

Fatîh Erbakan bi boneya pîrozkirina Mehmet Kasim Gulpinar û pêkanîna çend civînan çû bajarê Rihayê.

Fatîh Erbakan piştî ku li navçeyên Rihayê geriya û ji bo dengê xwe danê partiya wî spasiya xelkê kir, çû serdana Şêx Ebduselam el Xeznevî jî û destê Şêx Ebduselam maç kir.

Malbata Xeznewî bi eslê xwe ji gundê Xizna yê bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Yek ji alimê malbatê Şêx Maşûq Xiznewî, 10ê Gulana 2005an ji aliyê îstixbarata Sûriyeyê ve li Şamê hatibû revandin û 1ê Hezîrana 2005an cenazeyê wî li Dêrezorê hatibû dîtin.

Di merasîma veşartina Şêx Maşûq Xiznewî ya li goristana Kudurbeg a bajarê Qamişloyê de nêzîkî 500 hezar kesî amade bûbûn.

Gotina Şêx Maşûq a “Maf ne bi sedeqe yê, bi hêz û qudretê tê bidestxistin” hîna jî li Rojavayê Kurdistanê tê gotin.

Mala ku malbata Şêx Maşûq lê diman, sala 2014an ji aliyê DAIŞê ve hatibû talankirin.

Malbat û zarokên wî neçar man ji gund koç bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst