Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser civîna xwe ya bi PYD û ENKSyê re got, “Helwest û nêrîna her du aliyan cihê kêfxweșiyê bûn.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser civîna xwe ya bi PYD û ENKS li hev civiyan.
Civîn li parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) ya Rojavayê Kurdistanê hat kirin.
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê civîna xwe ya bi PYD û ENKSyê re daxuyaniyek belav kir.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî anî ziman:
“Îro, her du aliyên Kurdî PYD û ENKSyê ji bo diyarkirina nexşerêyekê hevbeș û yekkirina rêza Kurdî di qonaxa heyî de, li hev civiyan.
Helwest û nêrîna her du aliyan cihê kêfxweșiyê bûn. Ev di rêzehevdîtinên ji bo pêkanîna yekrêziya Kurdî de gava yekemîn bû.
Ji bo pêkanîna Sûriyeyeke pirreng û demokratîk ku mafê hemû pêkhateyan tê de misoger be, em bi israr in ku vê diyalogê bi ser bixînin.”
Îro, herdû aliyên Kurdî PYD û ENKS ji bo diyarkirina nexşerêyek hevbeș û yekirina rêza Kurdî di qonaxa heyî de, li hev civiyan.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) March 18, 2025
Helwest û nêrîna herdû aliyan cihê kêfxweșiyê bûn.
Ev gava yekemîn bû di rêze-hevdîtinên ji bo pêkanînan yekrêziya Kurdî de.
Ji bo pêkanîna Sûriyayeke…
Di civîna PYD, ENKS û Mezlûm Ebdî de nûnerên Hevpeymaniya Navneteweyî jî amade bûn.
Di şandeya Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) de Mihemed Îsmaîl, Fesla Yûsif, Nîmet Dawid, Feysel Yûsif û Silêman Oso cih girt.
Li aliyê din, Endamê Desteya Birêvebir a Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl û Perwîn Yûsif û Berdevka Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî (PYNK) Sema Bektaş di civînê de amade bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse