Hewlêr (Rûdaw) - PSKyê li ser komkujiya li Kobaniyê got, "Divê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, NY, YE, Amerîka û rêxistinên navneteweyî rê li ber êrişên Tirkiyeyê bigirin."
PSKyê her wiha bangî aliyên Rojavayê Kurdistanê kir û ji wan xwest ku li dora daxwazên neteweyî kom bibin.
Doh berê sibehê saet derdora 04:00an di êrişeke bi dronan de li gundê Berxbotanê yê bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 9 sivîlan şehîd ketin û 2 jî birîndar bûn.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku Tirkiyeyê ev êriş kiriye.
Li aliyê din, Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê ya Tirkiyeyê got, "Îdiayên ku dibêjin Tirkiyeyê dê û bav û 7 zarokên wan kuştine ne rast in."
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li ser komkujiya li Kobaniyê daxuyniyek belav kir û tê de wiha got:
"Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Başûrrojavayê Kurdistanê didomin.
Çavkaniyên herêmî diyar kir ku 17ê Adarê serê sibê, dewleta Tirk êrişeke hawayi bir ser Kobaniyê û di encama êrişa hanê de, ji malbateka Kurd 9 kes mirin ku piraniya wan zarok in.
Ev êriş berdewama êrişên Tirkiyeyê ye ku bûye sedema kuştina bi sedan sivîlên bêguneh ku di nav de gelek zarok hene. Komara Tirkiyeyê vê carê jî helwesta xwe ya kevneşopî didomîne û dibêje ku tu têkiliya wê bi vê êrişê re nîne.
Êrişa Kobaniyê di demekê de ye ku di der barê paşeroja Sûriyeyê de geşedanên girîng diqewimin.
Di vê demê de ku hevdîtinên di navbera Başûrrojavayê Kurdistanê û hikûmeta navendî de bi pêş dikevin, êrişên leşkerî yên Tirkiyeyê jî tund dibin.
Ev yêka hanê jî hêviyên Tirkiyeyê yên derbareyê herêmê nîşan dide.
Divê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE), Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û rêxistinên navneteweyî li hemberî van êrişên Tirkiyeyê helwesteke zelal nîşan bidin û bi zextên li ser Tirkiyeyê ve, rê li ber êrişên bi vî rengî bigirin.
Wekî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) em êrişa Tirkiyeyê ya vê dawiyê ya li ser Kobanê şermezar dikin û bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku demildest êrişên xwe rawestîne.
Em tekez dikin ku dewleta Tirk bi hêzên siyasî yên Başûrêrojavayê Kurdistanê re têkiliyên fermî ava bike, ev tekiliyê wê xizmeta aştiya herêmê bike.
Bi vê munasebetê em wekî PSK careke din bangî Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS), Partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (PYNK) û hemû hêzên Kurdistanî yên welatparêz dikin û ji wan dixwazin, ku li dora daxwazên neteweyî kom bibin, da ku di avakirina Suriyeyê nû da karigertir bin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse