PDK: Em beşdarî hilbijartinan nabin

18-03-2024
RÛDAW
Nîşan PDK Hilbijartin Beşdarî
A+ A-

Hewêr (Rûdaw) - PDKyê helwêsta xwe derbarê hilbijartinan de ragihand, “Em beşdarî hilbijartinan nabin ku bi awayekî neyasayî hatine ferzkirin.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) diyar kir ku wan piştî biryara Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê ev biryar daye.

PDKyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got:

“Em di çarçoveya misyona xwe ya dîrokî û berjewendiyên xwe yên neteweyî de beşdarî wan hilbijartinan nabin ku bi awayekî nesayayî hatine ferzkirin.”

Polîtburoya PDKyê ev daxuyanî piştî civîna bi pêşengiya Serok Barzanî da.

Di daxuyaniyê de rexne li biryarên Dadgeha Federal hatin girtin û hat destnîşankirin ku biryarên wê ne li gorî Destûra Bingehîn a Îraqê ne.

"Dadgeha Federal hewla Îraqeke yekmerkezî dide"

Di berdewamiya daxuyaniyê jî de hatiye gotin, biryara Dadgeha Federal berdewamiya zincîre biryarên nedestûrî ye ku di heyama 4 salên dawî de li beramberî Herêma Kurdistanê hatine standin.

PDKyê biryara Dadgeha Federal wekî binpêkirineke metirsîdar a destûrî ji bo jinavbirina sîstema demokrasiya Herêma Kurdistanê pênase kir.

Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku biryara Dadgeha Federal hewleke vegerendina sîstema yekmerkezî ye.

“Em hilbijartinên nedestûrî rewa nakin”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin:

"Em bangî hemû aliyên îdareya dewletê dikin ku di bicihkirina destûrê û xalên pêkanîna rêkeftina siyasî û hikûmetê de berpirsiyariya niştimanî wergirin.

PDK tekez dike eger rewş wisa berdewam bike dê di pêvajoya siyasî de berdewam neke.

Di heman demê de Polîtburoya PDKyê got:

“Em hilbijartinên nedestûrî û ne demokrasî rewa nakin ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Federal li hemberî Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên destûrî tên encamdan."

15 partiyên Mesîhiyan û 10 partiyên Tirkmenan jî biryara boykotê dabû

Di hilbijartinên herî dawî de PDK bi jimareya 183 beşdarî hilbijartinan bû û 688 hezar deng  stendin û li Parlementoya Kurdistanê jî 45 kursî bi dest xistin û bû partiye yekem.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 21 kursiyên parlementoya Kurdistanê bi des xistin û bû partiya duyem.

Biryar e hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê 10ê Hezîranê bên kirin.

Cara yekem e di vê hilbijartinê de kotaya kursiyên pêkhateyan dê nebe ku di kotayê de Mesîhî xwedî 5 kursî, Tirkmen 5 kursî û Ermenî jî xwedî kursiyekê bûn.

Lê belê Dadgeha Federal a Îraqê 21ê Sibatê biryara rakirina kursiyên pêkhateyan da.

Li aliyê din, 15 partiyên Mesîhiyan di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ew li dijî wê biryara Dadgeha Federal a Îraqê ne û dê beşdarî hilbijartinan nebin.

Li gel Mesîhiyan 12ê Adarê 10 partiyên siyasî yên Tirkmenanan di daxuyaniyekê de ragihandibû heta ew biryara Dadgeha Federal neyê betalkirin dê beşdarî hilbijartinan nebin û boykot bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir