Ev 2 sal in xelkê Efrînê di bin zilma çekdaran de ye

18-03-2020
RÛDAW
Rêxistina Mafên Mirovan amarên nû li ser Efrînê belav kirin
Rêxistina Mafên Mirovan amarên nû li ser Efrînê belav kirin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê amarên binpêkirinên 2 salên borî li herêma Efrînê belav kirin û li gorî wan amaran, ji 18ê Adara sala 2018an ve, bêhtirî 300 hezar welatiyên sivîl ji Efrînê bi zorê hatine koçberkirin û rêjeya Kurdên wê herêma Kurdistanî jî daketiye bo ji sedî 18an.

Ji 2 salan ve, rewşa mirovî li herêma Efrînê gelekî zehmet bûye. Civaka Navdewletî û rêxistinên mafên mirovan ên navdewletî, ti gaveke praktîkî neavêtine, ji bo rêgirîkirinê li pêş binpêkirinên Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li wê herêmê.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê amarên 2 salan ji binpêkirinan belav kirine.

Di daxuyaniyekê de, Rêxistina Mafên Mirovan li Herêma Efrînê, nûtirîn amarên binpêkirinên Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê, ragihandine.

Di daxuyaniyê de nîşan bi wê yekê hatiye dan ku ji 18ê Adara 2018an ve, bêhtir ji 300 hezar welatiyên sivîl ji Efrînê bi zorê hatine koçberkirin.Li şûna wan nişteciyên Kurd ên resen, nêzîkî 400 hezar koçberên hawirdekirî ji Xûteya Şamê, Deraa, Idlib û gundewarê başûrê rojavayê Helebê, hatine bicihkirin.

Bi vê yekê rêjeya Kurdên mayî li Herêma Efrînê ji sedî 18ye kêmtir bûye.

Ev yek jî weke mezintirîn guherîna demografîk e, ji 2011an ve, li ser asta Sûriyê tê dîtin.

6 hezar û 200 welatiyên sivîl di van 2 salan de hatine revand in. Çarenivîsa 3 hezar û 400 kesên sivîl, ne diyar e.

Daxuyaniyê ragihandiye ku 61 rewşên destdirêjiya seksî li dijî jinan, hatine kirin û 3 rewşên xwekuştina jinan jî hatine tomarkirin.

Bêhtir ji 553 kesên sivîl hatine kuştin, ji wan jî 498 kes bi sedema bombaran û topbarana Tirkiyê hatine kuştin. 55 kesî li jêr îşkenceyê canên xwe ji dest dane.

Bêhtir ji 380 kesî bi sedema topbaranê birîndar bûne. Ji wan jî 303 zarok û 213 jinên birîndar hene. Bêhtir ji 200 hezar darên zeytûn û mêweyan hatine rakirin û birrîn. Bêhtir ji 10 hezar darên corbicor hatine şewitandin.

Sêyek, ango 1 li ser 3 ji rûberê zeviya çandiniyê, bi têkraya bêhtir ji 11 hezar hektar zevî, hatiye şewitandin. Ziyanên mezin ji dizî û talankirinê gihiştine nêzîkî 75 cihên şûnwarî.

Bêhtir ji 28 pêgehên şûnwarî û embarên şûnwaran û bêhtir ji 15 mezargehên olî hatine wêrankirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Herêma Efrînê dengê xwe digihîne Civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî û mafên mirovan ku bi erkên xwe yên pêwîst rabin û rêgiriyê li ber wan binpêkirinan li Herêma Efrînê bikin, ku ji aliyê Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve têne kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst