Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ciwanekî 17 salî di çem de xeniqî.
Muhammed Alî Aydinê 17 salî ji bo pîknîk û avjeniyê çû peravên Çemê Êlihê.
Lê dema wî di çem de avjenî (sobanî, melevanî) dikir li ber avê çû û winda bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên binavger ên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.
Tîmên binavger di encama xebatan de termê Aydin ji nav çem derxist û bi armanca otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.



