Li Efrînê tîma tenduristî ya Herêma Kurdistanê birîndaran derman dike

18-02-2023
Horvan Rifet
Nexweşxaneyên Efrîn û Cindirêsê nikarin nexweşan werbigrin
Nexweşxaneyên Efrîn û Cindirêsê nikarin nexweşan werbigrin
Nîşan Erdheja Mereşê Efrîn Nexweşxane
A+ A-

Efrîn (Rûdaw) - Nexweşxaneyên Efrîn û Cindirêsê nikarin pêşwaziya nexweşan bikin, berpirsên nexweşxaneyê daxwazê ji saziyên xêrxwaziyê dikin ku di alîkariya wan bikin.  Dezgehê Xêrxwazî yê Barzanî li Efrînê û Cindirêsê serdana wan kesan dike ku di erdhejê de birîndar bûne wan derman dike û herweha hin neştergeriyên biçûk jî bo welatiyan dike.

Êşên laşê wî û wefata dayika wî ev çend roj in jiyana Ciwan Omer ê 14 salî dijwartir dike.

Ciwan û Fatme Omer piştî zêdetirî 12 seatan ji mayîna di bin kavilên xaniyê xwe de li taxa Tel a bajarê Cindirêsê hatin razgarkirin, niha li nexweşanyê tên dermankirin.

Ciwan û xwişka xwe Fatme ji Rûdawê re behsa dema erdhejê dikin û dibêjin, xelkê ew ji bin kavilan derxistin, lê dayîka wan canê xwe ji dest da. Piştî tedawiya destpêkê ji nexweşxaneyê şandin malê

Welatiyê Cindirêsê Ciwan Omer dibêje: “Ez gihîştim ber derî û bîna bi ser me de hilweşiya.Dayîka me rehma Xwedê kir. Birayek û xwişka min xwe xilas kirin.

Welatiya Cindirêsê Fatma Omer jî got: “Heta saet çaran em di bin kavilan de man. Xelkê em derxistin û em birin navenda tendirustiyê û lingên min derman kirin. Ez û birayê min ê biçûk derxistin, lê dayîka min di bin kavilan de canê xwe ji dest da.”

Îbtîsam jî jineke Kurd ji taxa Selahedîn a Cindirêsê ye, ew jî di erdhejê de birîndar bûye û  Îbtîsam dibêje, ji ber nebûna cîh di nexweşxaneyên Efrînê de, ew li malê hatiye dermankirin.

Niha tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê li ser malên nexweşan digerin û birîndaran derman dikin.

Hemwelatiyê Cindirêsê Îbtîsam Mihemed got: “Piyên min şikestin û ez ji gelek derên xwe birîndar bûm. Ji bo dermankirinê ez birin nxweşxaneya Efrîn lê li wê derê bijîşk  nebûn. Herwiha beşekê wê jî xirab bibûn.”

Ev sê roj in tîmên tendiristiyê yên Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî û Wezareta Tendirustîya Herêma kurdistanê çûnê Rojavayê Kurdistanê da ku birîndaran derman bikin.

Rêvebirê Tîmên Tendirustîyên Dezgeha Xêrxwazuya Barzanî Dr. Ebas Azad got: “Di herdu rojên destpêkê de heta niha me zêdetirî hezar û 400 kesan derman kirine.”

Ji ber erdheja 6 ê Sibatê ya li Cindirê 2700 kes û li Efrînê 1100 kes birîndar bûn.

Ji bilî tendirustî û dermanên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, heta niha ti dermanên din negihane Rojavayê Kurdistanê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst