Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê yê Herêma Kurdistanê Christian Oelfke re hevdîtinek kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji ber destpêkirina karê wî Christian Oelfke pîroz kiriye û jê re serkeftin xwestiye.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha amadebûna xwe û saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê ya ji bo hevkariya pê re û biserxistina erkê wî aniyê zimên.
Nêçîrvan Barzanî ji bo alîkarî û piştgiriya berdewam a Almanyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê spasiyên xwe ducare kirine û bi taybetî jî ji bo “alîkarî û piştgiriya di şerê li dijî DAIŞê de, têkoşîna li dijî terorê û alîkariyên mirovî û siyasî” spasiya Almanyayê kiriye.
Berlîn dixwaze pêwendiyên xwe xurttir bike
Li aliyê din, Konsulê Giştî yê Almanyayê spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir û bal kişand ser xwesteka Berlînê ya ji bo "xurtkirina zêdetir a pêwendiyan û bipêşxistina hevkariya hevbeş a bi Herêma Kurdistanê re."
Christian Oelfke her wiha pesnê rola Nêçîrvan Barzanî ya di asta Îraq û Herêma Kurdistanê de da.
Nirxandina “pêşhatên herî dawî yên li herêmê” jî mijareke din a hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê bû.

.jpg&w=3840&q=75)

