Deriyek nû di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de tê vekirin

18-01-2023
Bextiyar Qadir
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Rûbarok Deriyê Sînorî Rûbarok-Mêrgesor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Rûbarokê ya Colemêrgê ku di çarçoveya xebatên deriyê sînor ê nû yê ku tê plankirin di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de bê vekirin, xebatên xwe didomîne, di xebatên çêkirina rêyan de gihiştiye qonaxa dawî.

Serokê Şaredariya Rûbarokê Ekrem Çetinkaya di derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got “Li sînor hemû kar xelas bûne. Eger li aliyê we (Herêma Kurdistanê) dirust bibe, li aliyê me fermanberên me jî amade ne, her tiştên me amade ne. Tenê çaverêyî aliyê we ne ku bên kabîneyên xwe deynin, li aliyê me ti pirsgirêk nemaye.”

Ji bo avakirina buroyên geştyarî û gumrikê ji her du aliyan ve xebat berdewam dikin. Erd ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hatiye xêzkirin û eger rewşa hewayê rêgiriyê neke dê avahiyên ofîsan di demeke kin de temam bibin.

Qeymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed diyar kir ku ew ê girîngiyê bidin xebatên ji bo derbasbûnên geştiyariyê û dibêje “tê plankirin ku derî di nav 2 mehan de bê temamkirin.”

Înternet û elektrîka deriyê sînor dê ji aliyê Tirkiyeyê ve bê dayîn. Ji rêya 13 kîlometrî 7 kîlometre ku ji aliyê Herêma Kurdistanê ve tê çêkirin, ji bo asfaltkirinê amade ye.

Endezyar Rizgar Cemîl diyar kir ku piraniya xebatên li deriyê sînor qediyane û got, "Ji sedî 70 ê xebatê qediyane."

Biryara vekirina vî deriyî di 15ê Tebaxa 2018an de hatibû dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst