Hewlêr (Rûdaw) - Şêniyên gundê Nêyê yê bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber wê yekê dilgiran in ku zarokên wan di dibistaneke kevn û bê xizmetguzarî de dixwînin û ew dixwazin avahiyeke nû ji bo zarokan were çêkirin.
Welatiyê ji gundê Nêyê Mihemed Qesab ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Ti xizmet li dibistana gundê me nayên kirin.
Niha ku demsala sermayê hatiye, dibistan bê pergala germkirinê ye û metirsiya nexweşketinê ya li ser zarokên me bi berdewamî heye."
Şert û mercên xerab ên tenduristiyê
Mihemed Qesab her wiha da zanîn ku dibistan ji aliyê paqijiyê ve di rewşeke gelekî xerab de ye û destavên wê pir qirêj in.
Li gorî gotina Mihemed Qesab, li hewşa dibistanê stirî û giya zêde ne, rêya wê xirab e û dîwarê hewşê yê dibistanê jî nîne.
Qesab destnîşan kir, tevî ku wan gelek caran serî li aliyên pêwendîdar daye da ku dibistan were nûjenkirin an jî avahiyeke guncav were çêkirin jî wan heta niha ti bersiv wernegirtine.
Mihemed Qesab her wiha anî ziman:
"Demsala xwendinê dest pê kiriye û em nizanin di vê sir û sermayê de em dê çawa zarokên xwe bişînin cihekî ku ti şertên tenduristiyê lê peyda nabin."
"Koçer Bîrkar li vê derê xwendiye"
Mihemed Qesab eşkere kir ku ji ber rewşa nebaş a dibistanê, îsal tenê 65 xwendekar li gund mane.
Xwendekarên din an diçin Merîwanê an jî diçin gundê Kanî Sananê, her wiha beşek ji xwendekaran jî dev ji xwendinê berdaye.
Qesab xemgîniya gundiyan wiha bi lêv kir:
"Em gelekî dilgiran in ku dibistana gundê me di vê rewşê de ye çimkî zanayê navdar Koçer Bîrkar li vî cihî xwendiye û heta niha 47 bijîşkên Merîwanê di vê dibistanê de gihîştine vê astê."
Li Rojhilatê Kurdistanê bêhtirî 1,8 milyon xwendekarî hene
Gundê Nêyê li nêzîkî bajarê Merîwanê yê parêzgeha Sineyê ye û hejmara şêniyên wê ji 4 hezar kesî zêdetir e.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê sala nû ya xwendinê 23yê Îlonê dest pê kir.
Li gorî amarên fermî yên Wezareta Perwerdeyê ya Îranê, îsal nêzîkî 16 milyon û 700 hezar xwendekarî dest bi xwendinê kiriye.
Ji van xwendekaran zêdetirî milyonek û 830 hezar xwendekar li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê (Sine, Urmiye, Kirmaşan, Îlam û Luristan) dixwînin.
.jpg&w=3840&q=75)

