Kurdî di navbera DEM Partî û Wezîrê Perwerdeyê de bû sedema nîqaşan

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Yusuf Tekîn Kurdî DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Perwerdê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn got, "DEM Partî ji vekirina kursên Kurdî re dibe asteng."

DEM Partiyê jî bersiv da Tekîn û got, "Partiya me piştgirî daye her hewla ji bo Kurdî. Ma haya wî jê nîne desthilatê li parlamentoyê Kurdî wekî zimanekî nenas îlan kiriye."

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn doh li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê beşdarî 8emîn Kongreya Asayî ya AK Partiyê bûbû û axivîbû.

Tekîn di beşeke axaftina xwe de behsa xebatên AK Partiyê yên li ser zimanê Kurdî kir û got:

"Berî 2002yan Tirkiyeyeke çawa hebû? Wiha bînin ber çavên xwe. Dev jê berdin ku Kurdî li dibistanan bê fêrkirin, em di Tirkiyeyeke wiha de dijiyan ku her kesê bi Kurdî li kolanê diaxivî wekî dijimin dihat ditîn.

Binêrin me di serdema desthilata AK Partiyê de dersên bijarte yên Kurdî xistin dibistanan.

Me rê li ber vekirina kursên taybet ên Kurdî vekir. Me li dibistanên taybet rê li pêşiya dersên Kurdî vekir."

"Dibin asteng û rê nadin ev ders Kurdî bên vekirin"

Yusuf Tekîn di axaftina xwe de DEM Partî bi wê yekê tohmetbar kir ku rê li ber kurs û dersên Kurdî digire û wiha pê de çû:

"Parlamenterên DEMî dipirsin. Dibêjin we vekirin (dersên Kurdî) lê nayên hilbijartin.

Dibêjin dewlet guvaşê dike da ku neyê hilbijartin. Tenê aliyek heye ku ji vekirina dersên bijarte yên Kurdî û kursên Kurdî re dibe asteng ew jî ew bixwe ne.

Dibin asteng û rê nadin ev ders bên vekirin. Kursên me yên taybet ên fêrkirinê ji ber nebûna xwendekaran ber bi girtinê ve ne. Sedem ev in.

Sedem ne ew e ku di berjwendî an jî ne berjewendiya Kurdan de be, mesele ew e ku rê li ber wê yekê bigirin ku Kurd ji hikûmetê û Serokkomarê me hez nekin."

"Partiya me piştgirî daye her hewla ji bo Kurdî"

Gotinên Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê bûn sedema nerazîbûnên DEM Partiyê.

Komisyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê îro bi daxuyaniyekê bertek nîşanî Yusuf Tekîn da û got:

"Partiya me têkoşîna zimanê gel wekî sedema hebûna xwe dibîne û wiha pênase dike.

Partiya me her tim piştgirî daye her hewla ku ji bo zimanê gelê Kurd bikêrhatî be."

"Ma haya wî jê nîne desthilatê li parlamentoyê Kurdî wekî zimanekî nenas îlan kiriye"

DEM Partiyê helwest û nêzîkatiya Hikûmeta Tirkiyeyê ya li beramberî zimanê Kurdî bi çend mînakan eşkere kir û wiha pê de çû:

"Dema Wezîr van gotinan dike, ma haya wî ji vê yekê nîne ku desthilatê li parlamentoyê zimanê Kurdî wekî zimanekî nenas îlan kiriye, ji walîtiyan re gelek giştîname şandine ji bo ku nivîsên Kurdî yên wekî "Pêşî Peya" yên şaredariyan ji ser kolanan bên rakirin?

Ma haya Wezîr ji kiryarên qeyûmên tayînkirî nîne ku wan di serî de tabelayên Kurdî ji şaredariyên me daxistin, malperên Kurdî û hesabên medyaya civakî rakirin, kreşên Kurdî girtin?

Ma haya Wezîr ji qedexekirina konserên Kurdî nîne?

Wezîr van gotinên dûrî rastiyê dike lê belê hîna hefteyek jî di ser qedexekirina konserên hunermendên Kurd re derbas nebûye."

"Em tu carî ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi paş de gavan navêjin"

Komisyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê red kir ku wan rê li ber kurs û dersên Kurdî girtibe û bangî li Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê kir û got:

"Hûn hemû astengiyên li ber perwerdeya bi zimanê Kurdî rakin, kursên zimên, dibistan û kreşên bi Kurdî vekin, em jî dê bi kampanyayan xwendekaran bibînin.

Em wekî DEM Partiyê tu carî ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi paş de gavan navêjin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst