Urmiye: Di qezayeke trafîkê de 4 kesan canê xwe ji dest da

17-11-2023
RÛDAW
Nîşan Urmiye Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di qezayeke trafîkê ya di navbera Urmiye û Selmasê de 2 bira û hevjînên wan canê xwe ji dest da.

Qeza şeva Pêncşemê saet 21:00ê di navbera 2 otomobîlên taybet de rû da.

Di qezayê de 2 bira û hevjînên wan canê xwe ji dest da, ew ji gundê Çehrîqê yê Selmasê ne û ji Urmiyeyê vedigeriyan.

Fermandarê Polîsê Trafîkê yê Urmiyeyê Reza Penahî ragihand ku heta niha lêkolîna li ser sedema rûdana qezayê bi dawî nebûye.

Reza Penahî herwiha diyar kir ku îsal li parêzgeha Urmiyeyê 371 kesan di bûyerên trafîkê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî amaran, îsal rêjeya bûyerên trafîkê li parêzgeha Urmiyeyê ji sedî 50 zêde bûye û hejmara qurbaniyan jî ji sedî 20 zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst