Li Xarpêtê xelk ji tirsa erdhejê li kolanan dimîne

10 demjimêr berê
Ali Haydar Gozlu
Bajarê xarpêtê / Wêne: Rûdaw / Alî Haydar Gozlu
Bajarê xarpêtê / Wêne: Rûdaw / Alî Haydar Gozlu
Nîşan Meletî Xarpêt Erdhej
A+ A-

Xarpêt (Rûdaw) – Li bajarê Xarpêtê piştî erdheja li Meletiyê xelk ji tirsa erdhejê li kolanan dimîne.

Duh li navçeya Qelayê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek bi hêza 5,9 pileyan çêbû û li 6 bajaran din jî hat hîskirin.

Wekî çend bajarên din li Xartpêtê jî xelkê ji ber tirsê xwe avêt derve.

Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Av û Hewayê yê Tirkiyeyê Murat Kurum ragihand piştî erdhejê li Xarpêtê xisar li 537 avahiyan bûye ku ya 20 avahiyên mezin e.

Li bajêr ji ber avahî qelişîne gelek kes li kolanan mane û yên çûne jî ne bi dilxweşî çûne malên xwe.

“Em li derve mane”

Xelka Xarpêtê Leyla Yedîsuyê ji Rûdawê re got:

“Niha em nikarin bikevin mala xwe û em dê bi şev jî li derve bin. Em dixwazin berpirs bên û lêkolînê li ser hemû xaniyan bikin.

Em di metirsiyê de ne û li derve mane. Em nikarin tiştekî bikin.”

Serokê Şaredariya Xarpêtê li gel çend kesên berpirs avahiyên ku zerer dîtiye ziyaret kirin û derbarê wan avahiyan agahî wergirtin.

Li gorî amarên Serokê Şaredariyê, li parêzgehê erdhejê bandor li 42 kesan kiriye û ji wan 15 kesan xwe ji avahiyan avêtiye xwarê.

“Ez gelekî hejiyam û ji wî alî çûm wî alî”

Niştecihê Xartpê Şefîk Saydamli jî got:

“Bi hêza erdhejê ez ji wî alî çûm wî alî. Li qata yekê bûm û heta ez derketim ser pêlekan ketim xwarê.

Heta min xwe avêt derve derûniya min têk çû û dema ez ketim serê min li betonê ket. Heta niha jî nehatime ser hişê xwe.”

Kesekî bi navê Mehmet Aydenîz jî got:

“Piraniya avahiyan kevn in. Yên hindik zerer dîtiye jî hene lê careke din erdhej çêbibe êdî dê hilweşin.

Divê berpirs midexaleyekê bikin. Hêza vê erdhejê zêde bû lê di demeke kurt de bi dawî bû eger demdirêj berdewam bikira dê gelek avahî hilweşiya.”

Li parêzgehên Amed, Riha, Dîlok, Mereş, Semsûr û Dêrsimê jî hest bi erdhejê hat kirin û şêniyên wan bajaran ji tirsa derketin kolanan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst