Çekdarên Ehrar el Şerqiye li Serê Kaniyê mane

17-08-2021
HUSÊN OMAR
Li nav bajarê Serê Kaniyê û gundewarên wî sê grûpên çekdar ên sereke hene
Li nav bajarê Serê Kaniyê û gundewarên wî sê grûpên çekdar ên sereke hene
Nîşan Serê Kaniyê Rojavayê Kurdistanê Ehrar el Şerqiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Cîbicîkar ê Rewangeha Kurdî ya Mafên Mirov Orhan Kemal ragihand ku çekdarên grûpa Ehrar el Şerqiye ya girêdayî Tirkiyê ji herêma Serê Kaniyê nehatine derxistin.

Hin çavkaniyan ragihandibûn ku piştî xistina navê vê grûpê û herdu fermandarên wê Ebû Hatim û Ebû Cafer Şeqra nav lîsteya cezayên Amerîkyê, Tirkiyê çekdarên wê ji herêmê derxistin û li şûna wan çekdarên Ceyş el-Îslam bicih kirine.

Şer û pevçûnên herdu grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, Ehrar el-Şerqiye û Hemzat, bi dehên caran li nav bajarê Serê Kaniyê û gundewarên wî dubare dibin. Ji encama van pevçûnan zerer û ziyanên mezin digihêjin sivîlan û piraniya caran qurbanî jî li şûna wan dimînin.

Li nav bajarê Serê Kaniyê û gundewarên wî sê grûpên çekdar ên sereke hene weke; Grûpa Siltam Mûrad, fermandarê wê Fehîm Îsa ye,  grûpa herî nêzîkî Tirkiyê ye û xwedî desthilat e li herêmê , mûçeya mehane ya çekdarên wê 700 LT ye. Grûpa Hemzat, Fermandarê wê Seyf Polad e, di pey Siltan Mûrad re tê, mûçeya mehane ya çekdarên wê 500 LT ye. Grûpa Ehrar el-Şerqiye, Fermandarê wê Ebû Hatim Şeqra ye, mûçeya çekdarên wê 400 LT ye.

Niha tê gotin, ku piştî xistina navê vê grûpê û herdu fermandarên wê Ebû Hatim û Ebû Cafer nav lîsteya sizayên Amerîkî, Tirkiyê çekdarên wê grûpê ji herêmê vediguhêze û li şûna wan çekdarên Ceyş el-Îslam bicih dike.

Rêveberê Cîbicîkar ê Rewangeha Kurdî ya Mafên Mirov Orhan Kemal ku xelkê Serê Kaniyê ye, ji Rûdawê re red kir ku çekdarên Efrar el-Şerqiye ji herêmê hatibin derxistin.

Rêveberê Cîbicîkar ê Rewangeha Kurdî ya Mafên Mirov Orhan Kemal got: “Mijara ku tê gotin çekdarên Efrar el-Şerqiye ji Serê Kaniyê hatine dûrxistin, ev dûrî rastiyê ye. Hêzên Efrar el-Şerqiye li rojavayê bajêr û li gundan hene. Herwiha baregeha wê ya sereke jî li bajarokê Silûkê ye.”

Li gorî Rêveberê Rewangeha Kurdî, rêjeya Kurdan li Serê Kaniyê beriya dagîrkirina wê di navbera 50-55% de bû. Niha, li tevahiya herêmê di navbera 50-60 kesên Kurd li herêmê mane. Wiha jî rêjeya Kurdan nêzîkî 0% bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst