Dîroknasê Kurd: Newroz li cîhanê cara ewil li Kurdistanê hatiye pîrozkirin

3 demjimêr berê
Nîşan Newroz Soran Hemereş Kurdistan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dîroknas û lêkolînerê Kurd Soran Hemereş ragihand ku Kurd neteweyeke kevnar e û got, “Cara ewil Newrozê li vê erdnîgariyê (Kurdistan) hatiye pîrozkirin.”

Dîroknas û lêkolînerê Kurd Soran Hemereş bû mêvanê bernameya Ligel Renc a Rûdawê û got:

“Çavkanî diyar dikin ku Kurd neteweya herî qedîm e ku Newrozê pîroz dikin.”

Li ser pirsa Rênc Sengawî ya, "Tê gotin ku tu eleqeya Newrozê bi Kurdan re nîne. Hûn jî vê yekê red dikin” Hemereş wiha got:

“Ev îdia mirovan aciz dike. Dema behs dibe Newroz ez dikevim stresê û hinek gotinên mirov gelekî aciz bikin tên gotin

Hin kes nikarin kûrahiya efsane û cejnê fam bikin. Cejna Newrozê li cîhanê cara ewil li van axan (Kurdistan) hat pîrozkirin. Ez vê li gorî çavkaniyan ji we re dibêjim.

Lêkolînerekî Kurd dibêje ku Newroz ji serdema Sumeriyan ve ango 1200 sal berê ve heye.

Ez bi çavkaniyan bi we re dipeyivim. Zilamek bi navê Ebû Henîfe El-Dînewerî heye, navê bapîrê wî Wanand e, ew jî navekî Kurdî ye. Wî berî 1200 salan behsa dîroka Kurdan kiriye.

Ew behsa Newrozê dike û dibêje ku Newroz piştî ji hev cudabûna zimanan derdikeve holê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst