Li Kobaniyê zêdetirî 30 hektar zeviyên genim şewitîn

17-06-2023
RÛDAW
Li Kobaniyê zêdetirî 30 hektar zeviyên genim şewitîn
Li Kobaniyê zêdetirî 30 hektar zeviyên genim şewitîn
Nîşan Kobanî Şewitîna Zeviyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 30 hektar zeviyên genim şewitîn.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser belav kiriye ku roja Înê danê êvarê nêzîkî 30 hektar zeviyên genim li Kobaniyê şewitîne.

Hat ragihandin ku piştî agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê xwe gihandine ser zevî û karîne wî agirî vemirînin.

Li gor heman çavkaniyan, agir di demijmêr 16:30an de li zeviyên nêzîkî taxa Kaniya Kurdan a li rojhilatê Kobaniyê dest pê kiriye û li gor axaftina cotkaran, nêzîkî 30 hektar zeviyên genim şewitî ne.

Li Rojava û Bakurê Kurdistanê di çend hefteyên borî de bi sedan hektar zevî hem ji ber sedemên xwezayî û hem jî ji ber ên şewitandina bi zanebûnî şewitîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst