ENKS û PYNKê bi amadebûna şanda Amerîkayê li hev kirin

17-06-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Rojava ENKS PYNK Peymana Duhok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî  (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) têkildarî danûstandinên Kurdî-Kurdî yên jibo yekitiya neteweyî li Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, ku "qonaxa yekemîn a danûstandinan bi dawî bûye û dê di rojên pêş de peymanek were îmzekirin."

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi amadebûna şandeyên ji her du aliyan, tevî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), General Mezlûm Ebdî û Şanderê Amerîkayê yê bo Rojhilat û Bakurê Sûriyê William Roeback daxuyaniyeke hevrbeş dan.

ENKSê û PYNKê  diyar kirin, ku qonaxa yekemîn a danûstandinan bi awayekî serkevtî bi dawî bûye û ew gihîştne nêrîneke siyasî ya hevbeş.

Herdu aliyan ragihandin,  ku dê danûstandina navbera wan li ser bingeha "Peymana Duhokê" berdewam bike û tekez kirin, di rojên pêş de ew dê  peymaneke giştî bi hev re îmze bikin.

Di daxuyaniyê de, ev rêkeftin weke "gavekî dîrokî û giring ji bo berjewendiya gelê Kurd li Sûriyê" hatiye binavkirin û ji bo piştgiriya li danûstandinan û serxistina diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, spasiya serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatiye kirin.

Daxuyaniya hevpar wiha ye:

“Di 16’ê Hezîranê de şandeyên Meclisa Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî pêvajoya destpêkê ji diyaloga kurdî bi dawî kir û bi hev re gihîştin nêrîneke siyasî ya hevbeş û lihevkirinên pêşîn ku bendên (rêvebirin, hevbeşî, ewlehî û parastin) ên Peymana Dihokê ya 2014’an bikin bingeha berdewamkirina dan û standin û diyalogên di navbera her du şandeyan de, wê peymaneke giştî di pêşeroja nêz de îmze bikin.

Her du şandeyan tekezî bi hevkarî û yekitiya Kurdî li Sûriyê kir û ev gav weke gaveke dîrokî ya girîng ber bi lihevkirineke mezintir û hevkariyeke pratîk di berjewendiyên gelê Kurd li Sûriyê û hemû pêkhateyên Sûriyê de pêşwazî kirin.

Her du şandeyan ev xebat oxirî cangoriyên mezin ên ciwan û keçên Sûriyê û bi taybet şehîd û birîndarên Rojavayê Kurdistanê û malbatên wan kirin ku jiyana xwe kirin berdêla şerekî birûmet ji bo parastina cîhanê ji sitemkariya DAIŞê.

Ev lihevkirin wek gava yekemîn a girîng e ku em bi sponseriya cîgirê şandeyê amerîkî yê taybet ji Koalîsyona Navneteweyî re balyoz William Roeback û fermandarê gîştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) general Mezlûm Ebdî de gihîştinê.

Her du şande, ji bo însiyatîfa wî ya yekkirina rêza kurdî li Sûriyê general Mezlûm Ebdî bi rêzdarî spas dikin û ji bo destek û keda wan a di yekkirina rêza kurdî de rêzdar serok Masûd Barzanî û serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spas dikin. Herwiha ji bo sponserî û desteka wan a bihêz ji bo yekrêziya Kurdan û piştgiriya wan ji mîsogerkirina pêşerojeke demokrat û piralî li Sûriyê ku mafê hemû pêkhateyan tê de bê rêzgirtin, dewleta Amerîka spas dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst