Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Partiya Çep a Kurdî li Rojava dibêje, Rojavayê Kurdistanê di qonaxake hestyar re derbas dibe û tekez dike, “Êrişên mezin li ser gelê Kurd hene. Şerê me şerê hebûn û tunebûnê ye. Ji bo em hebûna xwe biparêzin, dibê em tevgera siyasî bi hevdu re yekdeng bin.”
Sekreterê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê Mihemedê Mûsê, bedşarî bultena Rûdawê bû û behsa rêkeftina Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurd (PYNK) kir.
Mihemedê Mûsê, rêkevtina ENKS û PYNKê girîng dibîne ku ne tenê li ser asta navxwe li ser asta herêmê û navdewletî jî û dibêje, “Tişta herî girîng me hev qebûl kir û em li cem hev rûniştin. Îro îradek heye, em dê berdewam bin ku em bikarin ji vê qonaxê derbasî qonaxek din bibin û bigihijin rêkevtinekê di berjwendiyên gelên me di hindûrê wê de bên parastin.”
Sekreterê Partiya Çep a Kurdî li ser xalên rêkevtinê jî dibêje, wan li hev kiriye ku bingeha danûstandinên wanj ên pêşerojê peymana Duhokê ye û diyar dike, “tekez dê nakokî li ser hin xalan hebin, lê eger îrade hebe bo çareserkirinê, bi ya min dê ti zehmetî tune bin.”
Mihemedê Mûsê, tekez jî kir ku ji bo berdewamkirina guftogo û danûstandinan her du aliyan jî ti mercek ne danîne û hevra ne û got, “Hemû di wê baweriyê de ne ku bigihijin encamekê. Êrişên mezin li ser gelê Kurd hene. Şerê me şerê hebûn û tunebûnê ye. Ji bo em hebûna xwe biparêzin, divê em tevgera siyasî bi hevdu re yekdeng bin.”
Li ser rola Amerîkayê di lihevkirina aliyên Kurdî de, Mûsê dibêje, Şanderê Amerîkayê yê bo Rojhilat û Bakurê Sûriyê William Roeback û General Mazlûm Kobanî hewleke zêde dan ji bo aliyên siyasî nêzikî hev bibin û roleke wan a girîng hebû di pêkanîna vê rêkeftinê de.
Mihemedê Mûsê diyar dike, projeya ku Amerîka, Fransa, Brîtanya piştgiriyê didinê û dixwazin Kurd li cem hev bin û yek bin, “ev yek girîngiyeke mezin distine” û dibêje, “Heta ew ên ku dijîtiya miletê Kurd dikin dê li hesabên xwe vegerin û hesab dê cuda bin.”
Derbarê rola Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rêkeftina aliyên Rojavayê Kurdistanê de, Mihemedê Mûsê diyar dike, “Rola wan gelek girîng bû, Serok Mesûd Barzanî jî û Serok Nêçîrvan Barzanî jî û me spasiya wan kiriye. Hêviya me ji her hêzeke Kurdistanî ku piştgir bin ji me re. Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke taybet re derbas dibe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse