Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa nûçeyan a navneteweyî Dengê Amerîkayê (Voice of America -VOA) ku ji aliyê Amerîkayê ve tê fînansekirin tê girtin.
Xebatkarên saziyê vê hefteyê derketin destûra îdarî.
Elon Musk meha borî bi rêya hesabê xwe yê Xê bang kiribû ku VOA (Dengê Amerîkayê) bê girtin.
Piştî vê yekê bûdceya wê bi fermaneke nû ya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hat sînordarkirin.
Piştî biryarê, nûçeyên Dengê Amerîka ku bi 63 zimanan di nav de bi Tirkî, Kurdî û Erebî weşanê dike, ji doh ve hat rawestandin.
Biryar li gorî pêşniyarên Beşa Berhemdariya Hikûmetê (DOGE) ya ku Musk birêvebiriya wê dike hat standin.
Trump bi armanca wî kêmkirina mesrefên hikûmetê, erkên Dengê Amerîkayê û şeş ajansên federal ên din kêm kirin.
Bi rêya e-posteyan hat ragihandin ku nêzîkî 1500 kes heta demeke nediyar derketin destûrê.
Hat gotin ku biryar li ser îdiaya ku sazî li dijî Trump e, weşanên liberal û çepgir dike û hin rojnamegeran li dijî rêveberiyê nêrînên xwe parve kirine, hatiye standin.
Koşka Spî jî di daxuyaniya xwe de ragihand, "Trump mesrefên federal ên ku bi kêrî tiştekî nayên kêm kiriye û hemû çalakiyên ajansên medyayê û saziyên federal ên ji bilî ku ji fonksiyonên bingehîn ên bi qanûnî ne pêwîst in, hatine sekinandin."
Dengê Amerîkayê di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li hemberî propagandaya Naziyan hate damezrandin.
Dengê Amerîkatê ev zêdetirî 80 sal in di qadên cuda de bi zêdetirî 40 zimanî weşanê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse