ENKS li ser ‘destûra Sûriyeyê’ civiya

17-03-2025
Nîşan ENKS Destûra Demkî ya Sûriyeyê Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li ser “destûra demkî Sûriyeyê” civiya û xwest ku ev destûr were guhertin.

Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) doh li Qamişloyê civiya.

Di civînê de çend mijarên girêdayî rewşa siyasî ya Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê hatin guftûgokirin.

Di civînê de pêwîstiya avakirina nêrîneke siyasî ya Kurdan a hevbeş û pêkanîna şandeyeke Kurdan a yekgirtî hat ducarekirin.

ENKSyê xwest ku şandeya hevpar a Kurdan di demeke zû de were avakirin da ku bi îdareya nû ya Şamê re pêwendiyan deyne û guftûgoyan bike.

Li gorî ragihandinê, beşdaran tekezî li ser pêwîstiya guhertina ragihandina destûrê kiriye û wan xwestiye ku destûr taybetiyên pircureyî yên li Sûriyeyê û mafên hemû pêkhateyên wê li ber çavan bigire.

Komîteya pisporên erkdar 13ê Adara 2025an reşnivîsa destûrê radestî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer kiribû.

Ev destûr dê 5 salan, heta ku hilbijartin bên kirin wekî qonaxa derbasbûnê be lê Kurd û piraniya pêkhateyên Sûriyeyê ragihandina destûrê red dikin.

ENKSyê di civînê de piştgiriya xwe ji bo rêxistinên civaka sivîl û çalakiyên civakî diyar kir ku dixwazin ev destûra demkî biguhere.

Sekreteriya Giştî her wiha xwest ku mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê werin misogerkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan şeva 14ê Adara 2025an got ku di dema Esed de mafê Kurdan nedihatin dayîn û gotibû ku ew dixwazin Sûriye mafên Kurdan bide wan.

ENKSyê amaje bi van gotinên Fîdan kir û piştgiriya xwe ya ji bo vê helwestê nîşan da.

Li hêla din, Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK çekan deyne û xwe fesix bike.

Sekreteriya Giştî ya ENKSyê piştgirî da vê bangê jî û hêvî kir ku “bibe gaveke ber bi çareseriyeke siyasî demokratîk û aştiyane ve.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst