Hewlêr (Rûdaw) – Li Navenda Tenduristiyê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê rêjeya serkeftinê ya berdana cixareyê ji sedî 93 ye.
Li beşa berdana cixareyê ya navendê profesorek û 7 bijîşkên pispor dixebitin.
Ji bo welatî cixareyê berdin çareseriya derûnî û derman tên bikaranîn û rêjeya serkeftinê ya li vê navendê ji sedî 93 ye.
Serbijîşkê Beşa Berdana Cixareyê Kamuran Karaman got:
“Cixare wekî hûn dizanin di serî de dil û damar û penceşêr dibe sedema gelek nexweşiyên kujer.
Her wiha dibe sedema gelek nexweşiyên berdewam ku kalîteya jiyana mirovan kêm dike.
Ji ber wê gelekî girîng e madeyeke kîmyayî ku dibe sedema mirinê û kalîteya jiyana mirovan kêm dike ji jiyana mirovan were derxistin.”
Kesên dixwazin cixareyê berdin serî li vê navendê didin û hemû alîkarî ji wan rê tên pêşkêşkirin.
Cîgira Serbijîşkê Nexweşxaneyê Buket Mermîtê jî anî ziman:
“Polîklînîka Berdana Cixareyê xizmeta taybet pêşkêşî kesên ku dixwazin cixareyê berdin dike û pêvajoyê bileztir dike.
Tevî ku dema berdana cixareyê li gorî tiryakîbûn û motîvasyona kesan diguhere jî bi piştgiriya pisporan û irêvebirineke bibandor pêkan e.”
Li gorî amarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sedema mirina ji sedî 30ê mêran û ji sedî 12ê jinan cixare ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse