Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, “Di bombebaran û komkujiya Tirkan a li başûrê Kobaniyê de 9 sivîl şehîd ketin, 2 jî birîndar bûn.”
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku di encama êrişa esmanî ya Tirkiyeyê de li başûrê bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê şeva borî 9 kes hatin kuştin û 2 kes birîndar bûn.
HSDyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Balafirên dagirkerên Tirk saetên dawî yên şeva yekşemê li başûrê Kobaniyê malbateke cotkar bombebaran kir.
Hejmara şehîdên sivîl ku di encama bombebarana Tirkiyeyê de li navbera gundê Qumçî û Berx Botanê şehîd ketin bû 9 kes ku hemû ji heman malbatê ne.
2 kes jî ji heman malbatê birîndar bûn.”
HSDyê di daxuyaniya xwe de navên kesên ku hatine kuştin jî eşkere kirin:
"Ahîn Osman Ebdo
Dîjle Osman Ebdo
Dilovan Osman Ebdo
Yaser Osman Ebdo
Ezîze Osman Ebdo
Salîha Osman Ebdo
Avesta Osman Ebdo
Osman Berkel Ebdo (bav)
Xezal Osman Ebdo (dayîk)
Her wiha Ronîda Osman Ebdo û Narîn Osman Ebdo jî birîndar bûn û tîmên tenduristiyê ew ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê."
Nine Civilians Martyred, Two Wounded in A Turkish Massacre South of Kobani
— Syrian Democratic Forces (@SDF_Syria) March 17, 2025
The martyrdom toll from a Turkish airstrike on the area between the villages of Qomji and Barkh Botan, south of Kobani, has risen to nine civilians from the same family, with two additional family members… pic.twitter.com/y7uJWm0Kr9
Artêşa Tirkiyeyê û komên nêzîkî wê li Rojavayê Kurdistanê bi berdewamî êriş û bombebaranan dikin ku heta niha gelek sîvilan canê xwe ji dest daye.
Meha Sibatê Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan banga pêvajoyeke nû, danîna çekan û fesixkirina PKKyê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse