Cenazeyê Rojînê li Amedê hat veşartin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rojîn Kabaîş Amed Cenaze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyê Rojîn Kabaîşa ku duh termê wê li qeraxa Gola Wanê hatibû dîtin, îro li Amedê hat veşartin.

Xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşa 21 salî 27ê Îlonê li Wanê winda bûbû û duh termê wê li qeraxa Gola Wanê hatibû dîtin.

Tîmên pêwendîdar lêkolîna ewil li peravê kir û paşê jî term ji bo karên otopsiyê veguhast Saziya Tiba Dadî ya Wanê.

Cenazeyê Rojîn Kabaîşê piştî karên otopsiyê ji aliyê bavê wê Nîzamettîn Kabaîş û xizmên wê ve hat wergirtin.

Malbatê cenaze bir Amedê ew li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Baglarê defin kir.

Ji bilî malbat û xizmên wê, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî beşdarî merasima cenaze bû û jinan darbesta Rojînê danî ser milên xwe.

Çi bûbû?

Rojîn Kabaîşê 27ê Îlonê ji hevalên xwe re gotibû ku dê here peravên golê û keviran kom bike.

Rojîn Kabaîş xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê bû.

Piştî rojekê ku telefona wê li peravên golê hatibû dîtin li nav golê ji bo dîtina wê dest bi lêgerînê hatibû kirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya doh ragihand ku cenazeyê wê li peravên Gola Wanê hatiye dîtin.

Rojîn li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst