RIHA - Dem dema îsotan e: Bar li ser milê jinan e

16-09-2024
RÛDAW
Nîşan Îsot Hişkkirin Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê demsala hişkkirina îsotan dest pê kir.

Li Rihayê ku navendeke girîng a berhemanîna îsotan e, demsala komkirin û hişkkirina wan dest pê kir.

Îsot ji nav erdan ber bi bazarê ve tên şandin û ji bazarê jî ber bi kargehan ve.

Li kargehan têne paqijkirin, hişkkirin, hêrandin û paketkirin û ji bo firotin û hinardeyê têne amadekirin.

Ji komkirinê bigire heta paqijkirin û hişkkirinê barê giran ê sektorê li ser milê jinan e.

Alîkarê Serokê Kooperatîfa Hilberînerên Îsotan a Rihayê Murat Mermer got:

“Em sibehê diçin ji bazara sebzeyan îsotan dikirin û tînin vê derê.

Piştî ku tên paqijkirin û tovên wan tên cudakirin li ser erdê tên raxistin.

Rojek, du rojan hişk dibin û piştre tên hêran û dibin îsotên hişk.

Eger hûn dixwazin rengê wan reş bin ku rengê reş li Urfayê bijardeyeke serekî ye, divê hefteyekê di nav naylonan de bimînin.

Ji bo rengê mor 3-4 rojan dimîne û ji bo rengê sor jî yekser tê kirin.”

Li bajarên Bakurê Kurdistanê, ji bilî bikaranîna zêde, bazirganiya îsotan jî bûye sektoreke girîng a aboriyê û hejmareke zêde ya xelkê pê debara xwe dikin.

“Bi hezaran malbat bi îsotan debara xwe dikin”

Alîkarê Serokê Kooperatîfa Hilberînerên Îsotan a Rihayê Murat Mermer her wiha anî ziman:

“Ji nav erdan ber bi sifreyan demsala îsotan dest pê kir.

Li tevahiya Urfayê bi hezaran malbat bi îsotan debara xwe dikin. Em jî di nav vî karî de ne.”

Li gorî amarên Yekîtiya Hinardekarên Başûrê Anadoluyê ji Rihayê, di 6 mehên destpêkê de ji 83 welatan re bi qasî 6 milyon û 878 hezar dolarên Amerîkî îsotên hişk hatine hinardekirin.

Sala 2023yan jî ji 99 welatan re bi 12 milyon û 226 hezar dolaran îsotên hişk hatibûn hinardekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst