EFRÎN - Li Kaxurê çi diqewime, rastiyên bûyerê çi ne?

Duh li 01:33
HUSÊN OMAR
Nîşan Efrîn Rojava Çekdar Gundê Kaxurê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gundê Kaxurê yê nahiyeya Mabatayê ya Efrînê ji aliyê çekdarên grûpa Siltan Silêman Şahê (Emşat) ve hatiye dorpêçkirin.

Çavkaniyeke ji gundê Kaxurê ji Rûdawê re da zanîn ku çekdarên Emşatê gund ji doh saet 14:00an ve heta niha bi temamî dorpêç kiriye.

Heman çavkaniyê diyar kir ku Malik el-Casim Ebû Sîracê birayê Fermandarê grûpa Emşatê Mihemed el-Casim Ebû Emşe mala endezyarê kurd Adil Ebdû ya li gundê Kaxurê ji xwe re kiriye baregehê leşkerî.

Çavkaniya navborî diyar kir ku çekdarên Ebû Emşatê roja yekşemê ji gundiyan xwestiye peymanekê îmze bikin ku “zeviyên xizmên wan ên ku bi wekaletê di destê wan de ne milkê endamên berê yên Rêveberiya Xweser in.”

Çekdar dixwazin van peymanan bi darê zorê bidin îmzekirin û ji xwe re bikin belge da ku dest deynin ser zeviyên Kurdan.

Jin rabûn

Hinek şêniyên gund red kir ku vê belgeyê îmze bikin û piştî vê hinek kes hatibûn girtin.

Jinên gund jî li naverasta gund civiyan û ev tegverên çekdaran protesto kirin.

Grûpa Emşatê hêzeke bi qasî 300 çekdarî bi serkêşiya Malik el-Casim şandibû gund û gule li gundiyan reşandibûn.

Çavkaniyeke ji bajarokê Şiyê ya ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest nasnameya wê were eşkerekirin ji Rûdawê re behsa bûyerê kir.

Li gorî agahiyên ku wê çavkaniyê dane, grûpa Emşatê doh piştî nîvro nêzîkî 200 çekdarî ji bajarokê Şiyê û gundê Qermitliqê şandine gundê Kaxurê.

Ew çekdar bi seyareyên leşkerî yên ku doçka li ser wan bûn çûne nava gund.

15 birîndar hene

Çalakvanê sivîl û mafnas Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihandibû ku di êrişa çekdarên Emşatê de 7 kes birîndar bûne.

Lê li gorî zanyariyên herî nû ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji gundê Kaxurê wergirtine, di êrişa çekdarên Emşatê de herî kêm 15 kes birîndar bûne.

Li gorî heman çavkaniyê, çekdaran rê nedaye ku birîndaran veguhêzin nexweşxaneyan û navên wan ev in:

“Hesen Reşîd, Sedîqe Henan, Zemzem Silêman, Necah Pîrkê, Hemûdê Muxtar, Fayiq Muxtar, Fadî Mistefa, Mihemed Mistefa, Ferhad Seydê, Hemûdê Cabo, Mihemed Îso, Cîhan Îso, Mistefa Henan, Cemîl Henan, Hesen Kurdî.”

Çalakvanê û mafnas Mistefa Şêxo her wiha eşkere kir ku çekdaran zilamên gund li dibistanê civandine, herî kêm 2 zilam girtine û ew birine baregehên xwe.

Li gorî agahiyên ku Mistefa Şêxo dane, çekdaran Îdrîs Hecî Elî Ebo û Hesen Reşîd Îso girtine û birine.

Hinek saziyên medyayê gotibû ku di êrişa çekdaran 2 kes hatine kuştin lê çavkaniyên Rûdawê eşkere kir ku ti kes nehatiye kuştin.

Îdiayên çekdaran

Hêzeke hevbeş a ku ji grûpên Emşat û Hemzatê pêk tê îdia kiribû ku li gundê Kaxurê di navbera malbateke Kurd û yeke Erebên hawirde de alozî derketibûn û wan midaxele kiriye.

Lê tevahiya çavkaniyên ku em gihiştine wan didin zanîn ku ku ev îdia “ji binî ne rast e û bê bingeh e û esil jê nîne.”

Qeydeke dengî derket holê

Paşê qeydeke dengî derket holê ku kopiyeke wê bi destê Rûdawê ketiye.

Di vê qeyda dengî de muxtarê gundê Kaxurê Ehmed Qasim bi Kurdî û Erebî ji gundiya dixwaze ku belgeyê îmze bikin.

Muxtar di heman qeydê dibêje ku ji bo îmzekirina belgeyê dema dawî saet 10:00ê roja duşemê (îro) ye.

Muxtar Ehmed Qasim di wê qeydê de dibêje, “Ji bo kesê ku nehatiye û muhir nekiriye qewlê me demjimêr 10:00 e.

Li ofîsa aborî, li hewşa mamoste Ehmed, li meydana gund e.

Lewma em rica dikin her kesê ku îmze nekiriye, bila were îmze bike.”

Ev qeyda dengî angaştên ku hêza hevbeş heye û wan midaxeleyî pirsgirêka du malbatan kiriye jî pûç dike.

“Ev du caran jinên Kaxurê serî hildidin”

Leman Xelîla Berdevka Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê tev li bulteneke Rûdawê bû û li ser mijarê got:

“Piştî pirsgirêk derketiye fermandarên Emşatê 3 kes ji gund civandine.

Ev kes Hemûde Mistefa Abidîn, muxtarê gund Ehmed Qasim û Hisên Reşîd Êmo ne.

Çekdaran ji wan xwestiye ku bibêjin li gund malbateke hawirde û malbateke gundî şer kiriye û pirsgirêk çareser bûye.

Lê pirsgirêk bi xwe ne wiha ye. Pirsgirêk ji mêj ve ye. Ev du caran ku jinên Kaxurê serî hildidin û cematên Ebû Emşe hurmetê ji jinan re nagirin û bi jinan re şer dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst